TEHDÎDA TIRKIYEYA MEZIN JI BO CÎHANÊ
ROJNAMEVAN EDUARD BÎROV – ROJNAMEYE ZAVTRA
Erdogan, bi dijwarî bi muxalefeta navxweyî re tekoşîn kir û dema lewaz bûn di hestên hegemon de hîs kir, her sal siyasetek hin vekirî ya berfirehbûnê dimeşîne, Tirkiyeyek Mezin ava dike.
Ew mebestên xwe yên êrişkar venaşêre, berovajî hîn jî wan ji yek êrişên ji celebê kişandina ber bi Rojhilat dibîne.
Wisa xuya dike ku Tirkiye li ser bingehek rewşê tevdigere, li herêmên cihêrengtir çalak dibe, lê vana hemî xelekên yek zincîrê ne.
Piştî şewba pandemiyê di Nîsana 2020’an de, Erdogan bi eşkere ji alîgirên xwe re ragihand ku ji Şerê Cîhanê yê duyemîn û vir ve, yekem car Tirkiye bû xwedî derfet ku bi rengek çalak beşdarî pêvajoya ji nû ve avakirina nîzama cîhanê ya heyî bibe.
Eşkere bû ku ew îşareta veguheztina ber bi qonaxek diyarker a avakirina Tirkiya mezin bû.
Veguheztina Aya Sofyayê bi mizgeftekê nîşana seferberiya pan-îslamîzmê ye. Bi rastî, li seranserê cîhanê îslamîstên alîgirên Tirk fêm kirin ku wê şerê li dijî «kafira» di bin ala Siltanê Tirk de were meşandin.
Li şûna DAİŞ a neqanûnî, yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, wê bibe dewletek İslamî ya îdeal: bê guman, ew ê bi rêbazên cûda, bêtir sazûmankirî tevbigere, lê qet nebe «xwînrij».
Propagandayên Erdogan aliyê balkêş ê Tirkiyeya Mezin nîşan didin, lê armancên rastî vedişêrin.
Bi heman rengî, bîrdoziya Nazî ya Hitler di destpêkê de gelek mirovên xwedan hişmendiya kevneşopî bertîl kir, ji ber ku berî hatina ser kar jî, ew ne li ser nîjadperestiyê, lê li ser rexnekirina civakî û exlaqî ya civaka kapîtalîst disekinî.
Gelek eşkereye kû cinê tirk ji kontrolê derket û ev yek tehdîde ji bo cîhanê.