Dewleta Tirk careke din herêma Silêmaniyê bombe kir.
Balefirên çekbarkirî yên bê îro gundê Kunamasî yê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê kirin hedef.
Di encamê de seyrangehek, markêtek û wesaîtek rûxiya.
Li gorî agahiyan 5 ji heman malbatê 8 kes birîndar bûn.
Rojnamevan Botan Germiyanî agahiyên derbarê êrişa li ser gundê Kune Masî ya girêdayî navçeya Şarebajêr a ser Silêmaniyê ragihand.