Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roja kobanê ya Cîhanê

 

Rêxistin, sazî û dezgehên Kurdan jî roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyaniyan pîroz kir.
Di daxuyaniyan de girîngiya xwedî-derketina li Şoreşa Rojava û bilindkirina têkoşînê derket pêş.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
TEV-DEM: EV ROJ LI MIROVAHIYA PÊŞVERÛ PÎROZ BE

Bi minasebeta sala 7’an a Roja Kobanê ya Cîhanê li gel çalakiyan gelek daxuyanî jî hatin dayîn.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi wesîla salvegerê peyamek weşand û ev peyam da:

Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelên azadîxwaz, tevahî mirovahiyê û gelê Kurd sembola vejîn û serkeftinên watedar e, her wha bû rihê rêgezên bingehîn ê jiyana hevbeş û biratiya gelan.

TEV-DEM’ê li dijî êriş û gefan jî bang li hemû hêzên demokratîk, saziyên civaka sivîl ên cîhanî kir ku li xwedan helwest bin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
YPJ: RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ PÊNASEYA AZADIYA GELAN E

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê bi daxuyaniyekê 1’ê mijdarê roja kobanê ya cîhanî pîroz kir.

YPJ’ê di berxwedana Kobanê de bal kişandser tifaqa gelê Kurd û got:

Dem ew dem e bi rihê 1’ê mijdarê roja piştevaniya berxwedana cîhanî ya Kobanê têkoşîn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava were mezinkirin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
HBDH: EV ROJA DÎROKÎ ÎRADEYA PARASTINA ŞOREŞÊ YE

Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got:

1’ê Mijdarê Roja Kobanê di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo tevahiya gelên cîhanê bûye hêvî.

Ev roja dîrokî, îradeya parastina şoreşê û berxwedanê ye. Lazime ji bo parastina wê têkoşîna hevbeş were mezinkirin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
KCKD-EWRÛPA: EM BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN

Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewrûpayê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

KCDK-Ewrûpayê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ya ku 113 rojan domiya, hemû cîhan jê re bû şahid û ev peyam hat dayîn:

Hemû kesan dîtin DAÎŞ çawa li Kobanê têk çû. Ev bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê.

Em careke din bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku bi geşkirina berxwedanê xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
HDP: EV ROJA RÛMETÊ LI TEVAHIYA MIROVAHIYÊ PÎROZ BE

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

HDP’ê destnîşan kir ku DAÎŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin û ev peyam da:

Şoreşa Kobanê şoreşa jinan û ciwanan û gelan e.

Wek doh, îro jî em gefên ku li Kobanê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
DBP: KESÊN XEYALA KETINA KOBANÊ DIKIRIN EW BI XWE KETIN

Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

DBP’ê ev peyam da:

Bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAÎŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala ‘Kobanê ket, wê bikeve’ ketin nav hêviyê jî têk çûn.

Em bang li gelê Kurd, dostan û alîgirên demokrasî û azadiyê dikin têkoşîneke hevpar bimeşînin.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv