Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz 08.11.2020

Rewşenbirên Êzidî yên Şengalê, anîn ziman ku Tirkiye û PDK naxwazin ku êzidî bibin hêz û bang li hemû hêzên kurdan kirin ku li dora yekîtiya neteweya Kurd bibin yek.

Piştî Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Hikumeta Iraqê li ser rewşa Şengalê di 9’ê Cotmehê de peyman îmze kirin, bertek û nerazibûnên civaka Êzidî ya Şengalê  didome. Nûner û rewşenbirên Êzidî, bertek nîşanî helwesta PDK’ê û Tirkiyeyê dan û xwestin hemû hêzên Kurdan li dijî van pîlan û lîstikan bibin yek û destûr nedin van lîstikan. Piştî peyman hat îmzekirin 511 nûner û rewşenbirên Êzidî, di 25’ê Cotmehê de deklerasyonek aşkere kiribûn û diyar kiribûn ku peymanên bêyî vîna civaka êzîdî bê îmzekirin nayê qebûlkirin. Ji kesên deklerasyon îmze kiribû Rojnameger Berekat Îsa û Dr. Xelil Xaltî, der barê deklerasyonê û peymanê de axivîn.
YBŞ ZAROKÊN ESLÎ YÊN ŞENGALÊ NE
Rojnamegerê Êzidî Berekat Îsa anî ziman ku PDK’ê li gorî menfaeta şexsî peyman îmze kiriye û wiha got: “Piştî komkujiya 2014’an a li Şengalê PDK dîsa nikare wekî berê bibe. PDK’ê ji sala 2003’an heta 2014’an li Şengalê serwerî kir. Piştî îxaneta li Şengalê rewş bêtir xera bû. Niha dixwazin YBŞ ji Şengalê derkeve. Lê YBŞ hêz û zarokên esasî yên Şengalê ne. YBŞ, pêşmergeyên Êzidî û gelên herêmê dikarin hêzekê ava bikin. Şengal êdî naxwaze têkeve bin serweriya PDK’ê. Gel dixwaze vîna civaka sivîl esas bê girtin. Hikûmeta Iraqê û PDK’ê nikare li ser navê Êzidîyan biryarê bistîne. Divê Êzidî bi xwe biryara xwe bidin û pêşeroja xwe diyar bikin.”
DI ROJA 9’Ê COTMEHÊ KU OCALAN JI SÛRIYEYÊ DERXISTIN DE PEYMAN ÎMZE KIRIN
Îsa, anî ziman ku peymana Şengalê ku îmze kirin di 9’ê cotmeha 1998’an roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û roja operasyona li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de îmze kirin û wiha lê zêde kir: “Ev têkiliya dinavbera MÎT, Tirkiye û PDK’ê de nîşan dide. Lê êdî gelê Şengalê xwe nas dike kû peymanê li dijî vîna xwe qebûl nake. Divê hurmetê nîşanî Şehîdên Şengalê bidin. Tirkiye bi vê peymanê dixwaze YBŞ’ê ji Şengalê derxin. Lê YBP hêza cewherî ya Şengalê ye. Divê hurmetê ji YBŞ û şehîdên Şengalê re nîşan bidin. Tirkiye û PDK dixwazin Êzidîyan û PKK’ê bikin dijminê hev. Bi vê deklerasyonê me aşkere kir ku gelê Şengalê û civaka Êzidî ne bi tenê ye. Me aşkere 6 daxwazên xwe anîn ziman. Ev daxwazên me li gorî fêda her kesî ye. Me xwest her kes zanibe ku em Şengalê bi tenê nahêlin.”
PÎLAN DIKIN KURDAN TUNE BIKIN
Dr. Xelil Xaltî yê Êzidî jî anî ziman ku tevî sedan komkujiyan Êzidî ji nasnameya Kurdîtiyê venagerin û wiha got: “Di vê peymana Hewler û Bexdeyê de rola Tirkiye pir zêde ye. Tirkiye dixwaze bi rêya Barzaniyan Şengalê dagir bike. Tirkiye naxwaze Êzidî hişyar bibin û bibin xwedî hêz. Naxwazin Êzidî bibin xwedi hêzek siyasî û polîtîk. Dewleta Tirk Êzidîyan ji bo xwe talûkeyek mezin dibînin. Dixwazin Kurdan bê kok bihêlin û ji rastî u cewhera xwe dûr bixin. Peyman di 9’ê Cotmehê de hat îmzekirin. Ev nîşan dide ku êrîş bi rêk û pêk didomin. Divê hemû Kurd li Şengalê xwedi derkevin. 9’ê Cotmehê rojek sembolîk e. Ev jî perçeyekî şerê derûnî û taybet e.”
‘DIXWAZIN TEVGERA AZADIYÊ BIFETISÎNIN’ 
Xaltî, da zanîn ku Barzanî, dixwaze li Şengalê îxtîdara xwe berdewam bike û li ser Êzidîyan serweriyê bike. Xaltî, anî ziman ku ewil pergala cerdevanî û notirvaniyê ava kirin û niha jî dixwazin têkoşîn û tevgera azadiyê bifetisînin. Dîsa Barzanî dixwazin li Başûr Êzidîyan tune bikin. Bi milyonan şehîdên Êzidîyan hene. Lê ev şehidê Kurdistanê ne. 4 pardiyên Îslama Radikal şirîkên Barzanî ne. Dibêjin ‘Êzidîler kafir in” Îxaneta herî mezin ev e.
Xaltî, destnîşan kir ku Tirkiye di guhertina nû ya Rojhilata Navîn de dixwaze li Herêma Kurdistana Federe şervanên xwe bi cih bike û hêza xwe li vir ava bike û wiha berdewam kir: “Niha li Başûr qereqolan ava dikin. Tirkiye dixwaze hebûna xwe ya fîzîkî li herêmê mayînde bike. Tirkiye diyar dike ku Şengal azad be, Rojava azad be, nikare rê li pêş Bakur bigire. Barzanî dibêje ‘Eger Kurdên Êzidî hişyar bibin, Kurdên din jî dê hişyar bibin. Ji bo îqtîdara xwe dest didin dijminê xwe. Lê ji dijminê bav û kalan dostanî nabe.”
‘ÇARESERÎ FIKRÊN OCALAN E’ 
Xaltî herî dawî bal kişand fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Çareserî fikrên Ocalan e. Ocalan bi fikrên xwe yên alternatîf rêya çareseriyê nîşan dide. Eger kurd nebin yek dê destê dagirkeran hêsan bikin. Divê tifaqa navbera bawerî, ziman, çand û gelan bê xurtkirin û pêşxistin. Eger Kurd îttifaqa xwe pêş nexin, dê Kurd winda bikin. Dê dijminê Kurdan bi ser bikevin. Lê êdî tiştekî em winda bikin tune. Divê em ji bo yekîtiyê têbikoşin. Divê Kurd bibin yek. Çareserî fikrên Ocalan in.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv