RÊXISTINA MAFÊ MIROVAN A EFRÎNÊ: LEŞKERÊN TIRK LI SER SÎNOR 447 KOÇBER KUŞTIN
447 koçber ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar dike ku piraniya wan jî li ser sînor hatine kuştin.
RÊXISTINA MAFÊ MIROVAN A EFRÎNÊ:
LEŞKERÊN TIRK LI SER SÎNOR 447 KOÇBER KUŞTIN
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, derbarê hejmara qurbaniyên ku li ser sînorê Sûriyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin, daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê;
Li ser sînorê Tirkiyê 83 zarok û 56 jî jin, bi giştî 447 koçber ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine kuştin, 420 jî birîndar bûne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, bang li hemû rêxistinên mafnas û sivîl ên navneteweyî û bi taybetî jî Netewên Yekbûyî dike ku li hemberî van êrişên dewleta Tirk raweste.