Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa li zindana xerab e!

 

REWŞA LI ZINDANA XERAB E!
GIRTIYÊN LI ZÎNDANA AMEDÊ BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN

Faşîzma AKP-MHP’ê wekî derve, li girtîgehan jî zext û zilma xwe zêdekirine.

Bi taybetî li dijî jinên dîlgirtî..

Girtiyên jin yê li zindana Amedê tên ragirtin li dijî van nêzîkatiyan derneketin hevdîtina vekirî û rewş şermezar kirin.

Hevjînê girtiya siyasî Selma,Nazmî Yilmaz derbarê mijarê de axivî.

Nazmî bi van gotinan zextên li ser girtiyan ragihand.

Girtiyan ne dibin nexweşnaxeyê ne jî wan derman dikin.

Hemû alavên wan yên taybet têne temaşekirin û hewil didin ku lêgerîna tazî jî bikin.

Rêveberiya nû ya girtîgehê bi israr van rêbazên xwe didin meşandin.

Nazmî destnîşankir ku bila daxwazên girtiyan werin bicîhanîn û wiha got;

Zarokekî me yê 5 salî heye.

Di pêvajoya 2 salan de bi tu hawî dayika xwe nedîtiye.

Di rewşa asayî de ew jî li gel dayika xwe dihat girtin lê belê ji ber tendirustiyê di zindanê de nema.

Em daxwaza sererastkirina şert û mercên girtîgehan dikin.

REWŞA LI ZÎNDANAN XERAB E!
GIRTIYÊN LI ZÎNDANA ANTALYA RAGIHANDIN KU WÊ DEST BI ÇALAKIYAN BIKIN

Li Girtîgeha Antalyayê jî girtiyan bi rêya hevpeyvîna telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku ew ê dest bi çalakiyan bikin.

Xizma girtiyê siyasî Dîkran Çelîk, Gulhan Çelîk jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li zindana Antalyayê ev agahî dan.

Di aliyê derûnî û fîzikî de êriş li girtiyan tên kirin.

Li dijî van biryaran girtiyan biryara çalakiyan da.

Girtiyan ragihandin ku heta ku şert û mercên wan neyê sererastkirin ew ê dev ji çalakiyan bernedin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv