Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa Aysel Tugluk giran e! Parêzerên jin: Biryara saziya tiba edlî biryareke siyasî ye.

 

REWŞA AYSEL TUGLUK GIRAN E
PARÊZERÊN JIN: BIRYARA SAZIYA TIBA EDLÎ BIRYAREKE SIYASÎ YE

Saziya tiba 2’ê sibatê edlî ji bo Aysel Tugluk gotibû dikare di girtîgehê de bimîne.

Siyasetmedar Aysel Tugluk, 5 sal in girtiye û nexweşiya demansê pêre peyda bûye.

Ev nexweşî jî piştî wefata dayîka wê û zilma li cenazeyê wê çêbû, lê peyda bû.

Aysel Tugluk ev çend sal in, hem bi zilma dewletê û hem jî bi vê nexweşiyê re têdikoşe.

Hiqûqnasên jin, ji biryara saziya tiba edlî ya derbarê Aysel Tugluk de nerazînê.

Nêzîkatiya saziya tiba edlî ya ji bo girtiyên siyasî ji ajansa Mezopotamya re nirxandin.

Yek ji wan jî, Parêzer Yelda Koçak e.

Yelda Koçak dibêje: Biryara saziya tiba edlî, ne etîk e, lazim e dadgeh raporê cardin binirxîne.

Em dixwazin Aysel Tugluk jî di nav de, hemû girtiyên nexweş bên berdan û înfazên wan werin paşxistin.

Parêzer Destîna Yildiz jî dibêje, biryarên Saziya Tiba Edlî li dijî hiqûqê ye û raporên ne rast çêdike.

Wekî kuştinên jinan, li girtîgehan li hemberî jinê helwestek polîtîk heye.

Bi sebebên siyasî ev biryar tên girtin. Ji ber wê saziya Tiba edlî rasterast lêkolîn nake.

Der barê teşhîs û dermankirina nexweş de, çavdêriyek rasterast nake.

Bi dosyaya tê ber destê wê biryarê dide. Ji ber vê, ji xwe d ê biryarek baş neyê dayîn.

Parêzer Ozge Serdar jî îşaret bi girîngiya têkoşînê dike û dibêje:

Saziya tiba edlî derveyî armanca xwe tevdigere.

Derbarê girtiyên siyasî de biryarên wî siyasî ne. Baweriya me bi vê biryarê nîne.

Lewma emê li kûçe, baro, edlî û li qadan têbikoşin. Divê Aysel Tugluk were berdan.

Parêzer Meral Hanbayat jî balê dikişîne ser têkoşîna Aysel Tugluk di dema xwe de û dibêje:

Ji ber nêzîkatiya saziya tiba edlî, rewşa girtiyên tên tecrîdkirin girantir dibe.

Mafê wan ên dermankirinê tên astengkirin. Ji bo girtiyên li ber mirinê ne, biryarên neyênî dide. Aysel Tugluk,

Siyasetmedar Aysel Tugluk ji ber têkoşîna ji bo azadiyê dide niha li girtîgeha Kandira ya Kocaelî tîpa F dîl tê girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv