Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser ji bo berdana nûnerên xwe bang li hikûmeta Başûr kir

 

GIRTINA NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PYD’Ê
RÊVEBERIYA XWESER JI BO BERDANA NÛNERÊN XWE BANG LI HIKÛMETA BAŞÛR KIR

10’ê Hezîranê hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û nûnerên têkiliyên PYD’ê yê li Hewlêrê Mustefa Osman Xelîl û Mustefa Ezîz Mistî li balafirgeha Hewlêrê kirin binçavan.

Ji wê demê ve hikumeta PDK’ê cih û sedema girtina wan diyar nekiriye.

Têkildarî mijarê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin.

Girtina endamên me ya bi vê şêwazê ne li gorî nirx û pîvanên diplomatik in.

Her wiha ne li gorî nirxên yekîtiya niştîmanî û têkoşîna hevbeş ji bo doza kurdî ne.

Heta niha ti bersiveke fermî li ser sedemên qanûnî ya girtina wan ji me re nehatiye şandin.

Em wek daîreya têkiliyên derve radigihînin ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ji jiyana hevalên me berpirsyar in.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herî dawî ev bang kir.

Di serî de aliyên fermî yên herêmê em bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku zextê li PDK’ê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin da ku hevalên me berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv