RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ:
DEWLETA TIRK SERXWEBÛNA SÛRIYÊ BIN PÊ DIKE
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê serdana Wezîrê Karên Hûndir ê tirk Suleyman Soylû ya li Efrîn û Ezazê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike û wiha hat gotin: Dewleta Tirk, binpêkirina serbixwetiya Sûriyeyê dewam dike.
Soylû di vê gera xwe de, saziyên li herêmên dagirkirî hatine vekirin lêkolîn kirin.
Armanca van saziyan, guhertina demografiya herêmên ku hatine dagirkirin.
Tirkiye bi vê rê ye, dixwaze ku vê erdnîgariyê têxe nav sînorên xwe.
Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li tevahî hêzên parastina yekitiya Sûriyê û gelê wê dikin ku helwestên xwe yên dijberî sûcên dewleta Tirk û tevahî sûcên dîtir eşkere bikin.