Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: Şoreşa me şoreşa jinêye 08.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
RÊBER APO: ŞOREŞA ME ŞOREŞA JINÊ YE

Rêber Apo 22 sal in di bin Pergala Tecrîd û Îşkenceyê ya Îmraliyê de di oxira azadiyê de li ber xwe dide.

Ew berxwedan û têkoşîna xwe li ser azadiya jinê qewîn dike û bi pêş dixe.

Rêber Apo dibêje: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.

Wî li gel şertên giran ên Îmraliyê jî dema derfet dît, fikir û ramanên xwe bi peyamên xwe re bi jinan re parve kirin.

Wî herî dawî ji bo pîrozbahiya 8’ê Adara 2015’an bi endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik re peyamek rê kir.

Peyama Rêber Apo, di çalakiya li navça Pirsûsê de ji aliyê endama heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve hat xwendin.

Rêber Apo diyar kir ku jinan, di şexsê Kobanê de, bi rihê berxwedanê yê Arîn Mîrkanan, çavên xwe ji bo jiyan û şaristaniya nû vekirin.

Wî 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha dewam kir:

Jina herî bedew jina ku jiyanê herî azad dijî ye.

Divê hûn bi kûrahî binirxînin.

Bi jinbûna xwe bawer bin. Azadî û wekhevî bi meseleya jinê pêk tê.

Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye.

Bêyî jinê jiyan nabe. Divê tu bêjî ez ez im. Ez ne ya kesî me.

Jin ne hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe yan jî xwîşka birayê xwe ye.

Divê ne wisa be. Divê jin xwe be.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
RÊBER APO: EZ NABIM ENDAMÊ WELATEKÎ LÊ JIN TÊ KUŞTIN

Rêber Apo bal kişand ser nêzikatiya dewletê ya li hemberî jinan û got:

Erdogan dibêje 3 zarok, zewaca zû.

Ew jî bi zanebûn dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim.

Du hişmendiyên dijberî hev in. Em ê bibînin ka ew bi ser dikeve yan em bi ser dikevin.

Di nav xalên min ên Çareseriya Demokratîk de, azadiya jinê xala pêşîn e.

Fêm nakin. Dibêjin “çi eleqeya vê bi çareseriya demokratîk re heye.”

Ez zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e.

Min berê jî got, li welatekî ku ewqas jin lê bên kuştin, ez nabim endamê wê dewletê.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
RÊBER APO: EZ AZAD IM HÛN Ê JÎ AZAD BIBIN

Rêber Apo di dewama peyama xwe de bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya wî ku bi pêşengiya jinan tên lidarxistin û wiha got:

Dirûşma jinan a ”Heta ku Ocalan azad nebe, em jî azad nabin’ xweş e.

Lewra ez azad im. Hûn ê jî azad bibin.

Ez, bi jinên ku li ber xwe didin pir bawer im.

Bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê.

Li ser van esasan ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û dilovanî silav dikim, ji têkoşîna we ya azadiyê re serketinê dixwazim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv