Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Ji bo lihevhatinekê an jî serxwebûnê gelê Kurd neçare bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn’

 

RÊBER APO DI PIRTÛKA 5. A PARÊZNAMEYÊ DE QALA VAN ROJAN DIKE
“JI BO LIHEVHATINEKÊ AN JÎ SERXWEBÛNÊ GELÊ KURD NEÇARE BIKEVE POZÎSYONA ŞER Û SEFERBERIYA TOPYEKÛN”

Rêber Apo di parêznameya xwe de ku ji 5 pirtûkan pêk tê bi berfirehî qala rê û rêbazên çareserî û biserxistina doza Kurd kiriye.

Bi taybetî jî di pirtûka 5. a bi sernavên Parastina Kurdên di nava pencê qirkirina çandî, pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk de.

Rêber Apo di beşeke vê pirtûkê de li ser şerê roja me yê gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk dike radiweste.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rêyan destnîşan dike.

Riya yekemîn wiha ravedike:

Mirov dikare çareseriya xweseriya demokratîk bi du riyan pêk bîne:

Ya yekê, li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re ye.

Çareseriya wê ya berbiçav bi destûra bingehîn a demokratîk tê îfadekirin.

Ji mîrateya civakî-dîrokî ya gel û çandan re rêzê digire.

Azadiya rêxistinî û xweîfadekirinê ya van mîrateyan ji mafên bingehîn ên destûrî yên dest ji wan nabe, dihesibîne.

Xweseriya demokratîk prensîba bingehîn a van mafan e.

Şertên sereke yên vê prensîbê ew in, ku divê dewleta netewe ya serwer dest ji her cure polîtîkayên îmha û înkarê bikişîne.

Divê neteweya bindest jî fikra xwe ya avakirina dewletoka xwe ya netewe biterikîne.

Heta herdu netewe van meylên xwe yên dewletparêz neterikînin, zor e ku projeya xweseriya demokratîk were pêkanîn.

Heke ev rêya çareseriyê neçe serî wê hingî çi biqewime?

Rêber Apo bi destnîşankirina rêya duyemîn bersiva vê pirsê dide:

Riya duyemîn a çareseriya xweseriya demokratîk li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re nîne.

Di vê riyê de xweseriya demokratîk projeya xwe bi awayekî yekalî bi cih tîne.

Di çarçoveyeke berfireh de alî û şaxên xweseriya demokratîk bi cih tîne, mafê netewebûyîna demokratîk a Kurdan pêk tîne.

Bêguman dewletên netewe yên serwer wê vê riya yekalî ya netewebûyîna demokratîk qebûl nekin û şer ê zêde bibin.

Di rewşeke bi vî rengî de dewletên netewe çi yek bi yek çi jî bi awayekî hevpar (mînak Îran-Sûrî-Tirkiye) wê êriş bikin.

Li hemberî van êrişan gelê Kurd ‘ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo bi awayekî azad bijî neçar e ku bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn.’

Wê Kurd di nava şer de heta lihevhatinek muhtemel an jî serxwebûn pêk were ji bo netewebûyîna demokratîk texsîr nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv