LI DIJÎ DAIŞ’Ê OPERASYONA TAYBET LI DÊRA ZORÊ
QSD’Ê ÇETEYÊN SEDA Û HIND QETIL KIRIBÛN GIRTIN
Ajansa nûçeyan a ANHA cih da agahiya girtina her dû çeteyan.
ANHA agahiyan xwe dispêrê çavkaniyên leşkerî û dibêje:
Hêzên Taybet ên QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê li dijî çeteyan operasyonek taybet li darxistin e.
Di operasyona taybet de, 2 çeteyên hevseroka Til Şair Seda El Hermes û Cîgira wê Hind El Xidêr qetil kirine hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye:
Hêzên Sûriya Demokratîk 4’ê Sibatê ji bo tola wan hilîne li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke taybet kiribû.