QSD’ê ragihand ku 2 kesên ji qetilkirina endamê Partiya Pêşverû û Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Zinar Efrîn berpirs e, girtine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Antî Teror (YAT) ên girêdayî QSD`ê di 31`ê Gulana borî de piştî lêgerîn û lêpirsîna tevgera wan li herêmê herdu kujer girtin.
Her wiha hate piştrastkirin ku kujeran di lêpirsînan de li xwe mûkir hatin ku wan gelek sûc pêk anîne her wiha destê wan di revandin û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê de heye.
Tê payîn ku Navenda Ragihandinê ya QSD`ê mûkirhatinên kujeran bi dîmen belav bike.
Di 16`ê Nîsana borî de wesayîta Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Şêwermendê Rêveberiya Sivîl li Dêra Zorê Zinar Efrîn ji aliyê kesên ne nas ve li ser rêya di navbera Dêra Zor û Hesekê de hate gulebarankirin û di encamê Zinar Efrîn û yek ji alîkarên xwe şehîd bûn.