Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Qirkirina Siyasî li Wanê didome

 

LI DIJÎ ŞAREDARIYÊN HDP’YÎ QIRKIRINA SIYASÎ

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Wanê avêtin ser malên hevşaredaran.

Di encama serdergirtina malan de, hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, Hevşaredarê Qelqelî Yakûb Almaç û hevşaredarê Elbakê Erkan Acar kirin binçavan.

Polîsan hevşaredarên kirin binçavan,birin navenda polîsan.

Ne tenê li Wanê li Amedê jî polîsan avêtin ser malan.

Li Amedê jî Endama Meclisa Şaredariya Rezan Naşîde Bulutekîn Can ku qeyûm li şûna wê hat dayîn kirin hat binçavkirin.

Naşîde Bulutketîn 22’ê cotmehê ji peywirê hatibû girtin û qeyûm li şûna wê hatibû tayîn kirin.

LI CIHÊ 70 ENDAMÊN MECLÎSA YEKÎTIYA ŞAREDARIYAN QEYÛM

Li aliyê din hat ragihandin, ku li cihê 70 endamên meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê, bi navê xwe yê din Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê qeyûm hatine wezîfedarkirin.

Her 70 endam jî HDPyî ne.

Bi vî yekê pirdengiya HDPê ya li yekîtiyê hat belavkirin û hejmara endamên wê ji 151 kesan bû 81.

Hat ragihandin, ku 81 endamên meclîsê yên HDPyî ji bo protestokirina vê yekê, beşdarî civîna dawî ya 28ê Mijdarê nebûne.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv