Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

Ji partiyên kurd li bakûr deklarasyona yekîtiyê

 

Nûnerên partiyên kurd ên li Amedê kom bûn, di bin navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” biryara birêvebirina xebetan dan. Partiyên kurd dê di meha çile de koxebetek li dar bixe. Di deklarasyona hevpar a partiyan de wiha hat gotin: “Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bike yek. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.”

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva “Yekitiya Neteweyî” li Navenda Giştî ya Partiyê Herêmên Demokratîk ya Amedê duh civiya bûn.

Nûnerên partî û rêxistinan ên duh civîna “Yekîtiya Neteweyî” li dar xistibûn, îro encamnameya civînê bi deklarasyonekê li otelek li navçeya Yenîşehîra Amedê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Nusretîn Maçîn û Tayîp Temel, nûner û rêveberên 10 partî û rêxistinên di deklarasyonê de cih digirin di civîna çapemeniyê de amade bûn.

Desthilatiya AKP-MHPê hemû yasayên xwe û yên navneteweyî binpê dike û li şûna hevşaredarên me û endamên meclisê yên ku bi dengê gelê me hatine hilbijartin, qeyûman tayîn dike. Bi vî awayî derbeyê li demokrasiya herêmî dixe û îradeya gelê me desteser dike. AKP-MHP bi awayekî aşkera îradeya gelê me nas nake. Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên destgîrkirin û girtin. Êrişên li ser wan her ku diçe zêdetir dibin; her sibe bi ser malên siyasetmedaran de tên girtin. Desthilatî bi awayekî fîîlî mafê yasayî û rewa yê siyaseta demokratîk li kurdan qedexe dike û îradeya gelê me ji holê radike.

Tiştên li vir û li derveyî sînor rû didin, her ku diçe hêrs û kîna gelê me û siyasetmedarên kurd zêdetir dike û di serî de di warê avakirina tifaqa neteweyî de û li ser esasên rewa-yasayî, hevgirtineke bi hêz li ser me hemûyan ferz dike.

Geşedanên li parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku gelê Kurdistanê îro zêdetir ketiye rojeva gelên cîhanê û bala raya giştî ya navneteweyî dikişîne. Eger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştiyane û siyasî jî dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve zêdetir bê qebûlkirin û piştgirîkirin. Ji bo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku, li dijî êrişên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin.

Me wek partî û tevgerên siyasî yên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin, di 05.12.2019an de bi vê armancê civînek pêk anî.

Di civînê de ev biryar hatin girtin:

I – Avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê;

II – Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin;

III – Di 18-19ê Rêbendanê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, dê komxebateke du rojan bê lidarxistin;

IV – Amadekariya komxebatê dê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin;

V – Deriyê me ji hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî werin di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.

Em wek Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.

Rêz û silav

Amed 106.12.2019

Hereketa Azadî
Partiya Azadî
Partiya Demokratîk a Herêman
Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat – DDKD
Kongreya Civaka Demokratîk – KCD
Partiya Demokratîk a Gelan – HDP
Partiya Însan û Azadiyê – PÎA
Partiya Komûnîst a Kurdistanê – KKP
Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur
Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T”

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv