Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir 13.10.2020

QERS – Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, têkiliya xwe ya bi kooperatîfa di banê Şîrketa Beltaşê ya ku şaredarî hevparê wê ye û bi marqeya “Karsbel” berhemên bajar difirot re birî.

Şaredariya Qersê di Hilbijartina 31’ê Adarê ya Herêmî de ji destê MHP’ê derket û ket destê HDP’ê. Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, şaredariyê bi 400 milyon deyn dewrê xwe kirin. Bîlgen û Alaca, bi armanca avakirina şaredariyeke civakî projeya Navenda Şêwirmendiya Civakî û Firoşgeha Piştevaniya Civakî kirin meriyetê. Yek ji xebateke Bîlgen û Alaca piştgirî dane jî Kooperatîfa Xebatkarên Şaredariya Qersê bû.
Ev kooperatif berhemên ku li Qersê dihatin hilberandin li tevahiya welat belav dikir. Kooperatîfê, berhemên ku li bajar hilberand, di bin banê şîrketa Beltaşê ya Şaredarya Qersê hevparê wê ye bi marqeya “KarSbel” li Stenbol, Enqere û Îzmîrê firot.
PEYMANÊ FESH KIR 
Waliyê Qersê Turker Oksuz ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, peymana şaredariyê ya bi Kooperatîfa Xebatkarên Şaredariya Qersê re betal kir. Bi vê biryarê re malpera şaredariyê jî di bin navê “rojanekirinê” de ji xwe gihandinê re hat girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv