Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qedexeya li Ser PKK’ê Ket Rojeva Parlemana Brîtanyayê

 

Parlmene Brîtanyayê, duh têkildarî êrişên dewleta Tirk û qedexeya li ser PKK’ê, li hev civiyan, li ser van mijaran nîqaş kirin…Parlementeran got, PKK tevgereke azadiyê ye, divê ew ji lîsteya terorê were derxisitn.

QEDEXEYA LI SER PKK’Ê KET ROJEVA PARLEMENA BRÎTANYAYÊ
“PKK TEVGEREKE AZADIYÊ YE, DIVÊ JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN”

Koma Parlemena Brîtanya ya Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê APPG qedexeya li ser PKK’ê û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdan bir rojeva parlemenê.

Li ser daxwaza komê li parlemenê bi beşdariya gelek wekîlan û nunerê Wezarata Karên Derve yê Brîtanyayê civîn pêk hat.

Civîn bi axaftina Serokê komê wekîlê partiya Karker Llyod Russell Moyle dest pê kir.

Moyle bal kişand ser rapora APPG ya bi sernavê Li Tirkiyê temsîliyeta siyasî û wekheviya Kurdan û anî ziman ku rapor nîşan dide mûxalefeta Kurd li Tirkiyê bi zextên mezin re rû bi rû ye.

Wekîlê Brîtanî Llyod Russell Moyle bi bîr xist ku siyastvanên Kurd, rojnamevan, mûxalîf û parêzvanên mirovan ên hukumetê rexne dikin, rastî zext, binçavkirin û girtinan tên û got: Tirkiye siyaseta sivîl di bin zextan de dihêle. Di heman demê jî hewl dide PKK’ê krîmînalîze bike.

Moyle têkoşîna PKK’ê ya mafdar destnîşan kir û got: Wekî ku Dadgeha Bilind a Belçîka jî got, PKK ne rêxistineke terorîst e. Aliyekî şerê hundur û hêzeke rewa ye. Divê Brîtanya nêrîna xwe ya li ser PKK’ê di ber çavan re derbas bike û navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxe. Di heman demê de ji bo Tirkiye vegere ser xeta çareseriya siyasî jî, rol bilîze.

Wekîlê Brîtanî tecrîa li ser Rêber Apo jî, wekî dij-hiqûyeke bezin nirxand û got: Tirkiye ji hewldana darbeya 2016’an û pê ve, her ku diçe ji hiqûqê dûr dikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv