Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşniyar-qanûnan bêdengkirina civaka sivîl di meclîsê re derbas kir 27.12.2020

 

Faşîmza AKP-MHP’ê ji hemû mijaran vediguherîne firseda berfirehkirina desthilatedariya xwe û teslîm-girtina civakê.

Mînaka vê ya dawî jî, pêşniyar-qanûna pêşîgirtina fînansekirina belavbûna çekên tinekirina tomerî ye.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji mijareke bi vî rengî bi riya qeyûman desteserkirina komele û weqfan û ji bo parêzeran jî ferzkirina ajantiyê derxist.

Saziyên Civaka Sivîl bi çalakiyan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Lê belê xalên vê qanûna bêdengkirina civaka sivîl û ferzkirina ajantiyê ya parêzeran, bi dengên parlementerên AKP-MHP’ê derbas bûn.

Li gorî vê qanûnê, wê wezareta karên hundur bê biryara dadgehê karibe komeleyan bigire ango bi riya qeyûm desteser bike.

Kesên ji hin sûcan ceza xwariye, ketibe ber efûyê û di ser re dem derbas bibe jî, wê nikaribin bibin rêveberên komeleyan.

Di heman demê de ajantî li ser parêzeran ferz dike û derbarê muwekîlan de dayina hin agahiyên taybet ferz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv