Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Prof. Norman Peach: ‘Aliyê ku terorê dike dewleta Tirk e’

 

PROF. NORMAN PAECH:
ALIYÊ KU TERORÊ DIKE DEWLETA TIRK E

Profesorê Alman Norman Paech di hevpeyvîneke xwe de rewşa tecrîda li hemberî rêber APO û qedexya Ewropayê ya li ser PKKê nirxand.

Profesor Norman Peach dibêje îro li Imraliyê tecrîd di warê fizîkî de bi serketibe jî, di warê entellektûelî û îdeolojîk de bi ti awayî bi serneketiye, ji ber ku di vê rewşê de tekoşîn dewam dike, hevalên Ocalan hem li çiyê hem li zîndanan karê xwe didomînin.

Profesorê Alman sedemê bêdengiya Ewropa ya li hember tecrîdê jî wiha şîrove kir:

Dewletên endamên NATO’yê Tirkiyê li dijî Rûsya weke qereqolekî dibînin, herwiha ji bo penaberan weke mertalekî bikartînin. Lewma naxwazin di mijara tecrîdê de navbera xwe û Tirkiyê xirab bikin.

Derheqê bicîhkirina PKKê ya di listeya terorê de jî Norman Peach rexneyên giran li welatên Ewropa û Amerika kir û wiha axivî:

“Mafê PKK heye bixwaze ku gelê Kurd qedera xwe bi xwe tayîn bike û li dijî dagirkerên li welatê xwe bikeve nava tevgerê. Weke nûmûneya li Rojavayê Kurdistanê PKK qebûl dike ku ne tenê kurd hemû gelên Rojhilata Navîn karibin bi sistemeke federal di nava hev de bijîn û bibin xwedî jiyana azad. Me di dema wêrankirina Efrîn û Kobanê de jî dît ku ev welat naxwazin di mesela Kurdan de zextê bidin ser rejima Erdogan. Di vê derê jî sedema esasî endametiya Tirkiyê ya NATO ye.

Norman Peach bibîrdixe ku bi taybetî Almanya ji ber tekiliya xwe ya bi dewleta tirk re xebata siyasî ya kurdan kriminalize dike û di gel ku Belçîka ev şaşitiya xwe qebûl kiriye û PKK weke rêxistineke legal qebûl kiriye jî Almanya di ya xwe de îsrar dike.

Norman Peahc hêviya xwe jî tîne ziman û dibêje

“Di gel her tiştê jî ez tim xweşbînim. Hêvî dikim Ewropa pîvanên mafên mirovan li ser Tirkiyê jî ferz bike.”

Profesorê Alman Norman Peach di dawiya hevpeyvîna xwe ev pêşniyaz li kurdan kir:

“Ji derveyî berxwedanê ti rêyek din nîne. Divê şerê xwe yê ji bo nasnama xwe tim bidomînin. Esas teror pêkanînên dewleta Tirk in. Min Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbîn bi çavên xwe dîtin. Pêşniyaza min ewe ku vê terora dewletê di qada siyaseta navnetewî de bêtir derbixin pêş û jê encaman derbixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv