ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
POLÎSÊN TIRK BI SER AVAHIYÊN HDP’Ê YÊN AMEDÊ DE GIRTIN
Polîsên dewleta tirk dor li avahiyên HDP’ê ya rêxistina Amedê de girtin.
Polîsan bi hinceta “belgeyên dij qanunî” li hundurê avahiya HDP’ê heye ketin avahiya rêxistina bajêr û ya navçeya Yenîşehîrê.
Polîsên dewleta tirk nehişt rêveber, parlementer û parêzerên partiyê jî bikevin avahiyê.
Li ser vê tevgera polîsan xelkê Amed’ê nerazîbûn nîşan da.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, li ser hesabê xwe medya dîjîtal de diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de, Hevserokên rêxistina Bajêr ya HDP’ê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Kasim Kaya û Remziye Sizici, ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.
Hevserokê HDP’ê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, beriya werin binçavkirin, ji navenda partiya xwe peyam dan.
ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
ZEYAT CEYLAN: EM Ê SERÎ LI HEMBERÎ ZILMÊ NETEWÎNIN
Zeyat Ceylan ragihand ku wê AKP-MHP’e bi van êrîşan tu carî bi ser nekeve.
Hulya Alokmên Ûyanik jî destnîşankir ku êw ê serî li dewleta tirk netewînin.
PARLEMENTERA HDP’Ê FELEKNAS ÛCA:
EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BERXWEDANA XWE MEZINTIR BIKIN
Piştî tevgera polîsan Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca daxuyanî da.