LI TIRKIYÊ DÎMENÊN FAŞÎZMÊ
POLÊSÊN KU ÊRIŞÎ MÛSA PÎROGLU KIRIN, JI TEŞKÎLATA ULKUCUYAN IN
Dîmenê li ser ekranên we ji navçeya Stenbolê Fatîhê, li ber stasyona Metroya Aksarayê ye.
Endam, rêveber û parlementerên HDP’ê xwestin girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven protesto bikin.
Hêzên faşîst ên Tirk bi awayekî hovane êrişî çalakiyê kirin.
Polîsan parlementerê HDP’ê yê astengdar Mûsa Pîroglu avêtin erdê.
Û careke din mohra xwe li bin hovîtî û kirineke din a faşîst didin.
Derket holê, polîsên êrişkar ji teşkîlata ocaxa Ulkucuyan e.
Yên fermana êrişê dan alîkarî muduriyeta polisan Muharrem Yazgan û Sînan Çamuroglu ne.
Ev her du kes jî bi têkiliya xwe ya teşkîlata Ulkucuyan û MHP”yîyan tê naskirin.
Di vê navberê de li ser êrişê 24 partiyên siyasî û rêxistinên civakî li Kadikoyê li hev civiyan û daxuyaniyeke hevpar dan.
Partiyan di metna xwe de diyar kirin ku Leyla Guven û Mûsa Pîroglu îradeya wan e û ew ê li ber faşîzmê serî netewînin.
Parlementer Mûsa Pîroglu da zanîn ku ti meşrûyeta rejîma faşîst a AKP/MHP’ê nemeye û wiha got:
Ew dikarin me bi erdê re kaş bikin, lê em dizanin ji erdê rabin û bimeşin.
Sîstema ku xwe dispêre zilm, zex û înkarê ber bi tinebûnê ve diçe.
Êdî dengê azadîxwazan xurttir derdikeve.
Parlementera HDP’ê Huda Kaya jî da zanîn ku ew ê hesapê vê zilmê ji desthiladariyê bipirsin.
Her wiha banga xwedîderketina li çalakiyên greva birçibûnê yên ji bo azadiya rêber APO kir.