Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û gefên wê axivî.
Û diyar kir, ku heke êrişeke berfireh li dijî wan pêk were, wê ev şer ji Dêrikê heta Efrînê li seranserî sînor belav bibe.
Zêdan El Asî got, emê li dijî êrişan hemûyan pêkhateyên xwe biparêzin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê û Ajansa Nûçeyan a Firatê bi xwespartina çavkaniyên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî nûçeyek têkildarî êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk li dijî Dêrikê û Şengalê belav kirin.
Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî têkildarî van nûçeyan ji ANHAyê re axivî.
El Asî wiha got:
Ne dûr e, ku dewleta Tirk êrişî herêmê bike.
ZÊDAN EL ASÎ: HEKE ÊRIŞ PÊK WERE WÊ ŞER LI SERANSERÎ SÎNOR BELAV BIBE
Heke êriş bike, wê ev were wateya şerekî nû yê bêdawî.
Wê ev şer tenê bi Dêrikê ne bi sînor be,
Wê li seranserî sînor, ji Dêrikê heta Efrînê belav bibe.
Hevserokê Desteya Parastinê destnîşan kir, ku heke êrişek pêk wê re wê bi erêkirina dewleta Iraqê û koalîsyona navneteweyî be û wiha got:
Divê koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hukûmeta Şamê bi berpirsiyarên xwe rabin.
PLANA AMADEKARIYA ÊRIŞA LI DIJÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ
LI DIJÎ HEMÛ ÊRIŞAN EM Ê PÊKHATEYÊN XWE BIPARÊZIN
Zêdan El Asî li hemberî êrişan bal kişand ser hêza jixwe bawer a Bakur-Rojhilatê Sûrî û wiha got:
Hêzên me wê bersiva êrişên dewleta Tirk bidin.
Em soz didin, gelê xwe ku wî biparêzin û rê nedin dagirkeriya Tirk.