ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
PKK’Ê 4 ŞEHÎD BI BÎR ANÎN
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî 4 gerîlayên 2’yê Sibata îsal şehîd bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de piştî bibîranîna her çar gerîlayan, ev agahî tên dayîn:
Hevrêyên me Rênas Aydin, Zerdeşt Kurdwan, Mazlûm Efrîn û Egîd Raperîn 2’yê Sibatê di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Omer Aydin bi nasnav Rênas Aydin li Sêrtê ji dayîk bûye û 2’yê Sibata 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
OMER AYDIN
RÊNAS AYDIN
SÊRT
DÊ Û BAV: EMÎNE-AHMET
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Îsmaîl Kaya bi nasnav Zerdeşt Kurdwan li Wanê ji dayîk bûye û 2’yê Sibata 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
ÎSMAÎL KAYA
ZERDEŞT KURDWAN
WAN
DÊ Û BAV: SULTAN-AHMET
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Memdûh Yardimci bi nasnav Egîd Raperîn li Agirî ji dayîk bûye û 2’yê Sibata 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
MEMDÛH YARDIMCI
EGÎD RAPERÎN
AGIRÎ
DÊ Û BAV: FATMA-MUSTAFA
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Û Mihemed Ebdo Abdulmenal Huseyîn Ebdo li Efrînê ji dayîk bûye û 2’yê Sibata 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
MIHEMED EBDO
MAZLÛM EFRÎN
EFRÎN
DÊ Û BAV: NAZÊ-MENAL HUSEYÎN EBDO
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Di daxuyaniya PKK’ê de bi berfirehî behsa şoreşgeriya her 4 şehîdan tê kirin û wiha ev peyam tê dayîn:
Em soza biserxistina pêngava “Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad” li Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk didin şehîdên xwe.
Ji gelê xwe û malbatên hevrêyên xwe yên şehîd re sersaxiyê dixwazin.