Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: ‘Nûçeyên êrişa li dijî hêzên PDK’ê derew in’

 

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN KARÊN DERVE YA PKK’Ê DAXUYANÎ
“JI ÊRIŞA LI DIJÎ MEXMÛRÊ DEWLETA IRAQÊ Û NY JÎ BERPIRSIYAR IN”

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê li ser bûyera 5’ê Hezîranê ya li Metîna û bi taybetî jî êrişa li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya hemen rojê pêk hatî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla, gelê Kurd û Kurdistanê didomin û wiha hat gotin:

Ne dewleta Tirk ne jî hêzên hevkar hewce nabînin êrişan veşêrin.

Di şexsê gerîlayên azadiya Kurdistanê de, gelê Kurdistanê, xweza, ziman, çand û yekîtiya wê ya netewî di hedefa êrişan de ye.

Di daxuyaniya PKK’ê de hat destnîşankirin, ku gerîla li dijî vê yekê bi berxwedana xwe ya canbexşane parastina nirxên bingehîn ên gelê Kurd û rûmeta wî dike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê êrişa 5’ê Hezîranê ya li dijî Mexmûrê jî bi bîr xist:

Her çiqasî ev êriş ji aliyê dewleta Tirk ve hatibe kirin jî yên rê li ber vekirin Iraq û Netewên Yekbûyî bûn.

Balafirên dewleta Tirk bixwespartina kîjan hiqûqê li ser wargeheke di ewlekeriya Netewên Yekbûyî de difirin?

Bêyî erêkirina van hêzan, ne pêkan e ku dewleta Tirk êrişan bike.

Armanca êrişan tinekirina helwesta têkoşer a gelê me yê welatparêz e.

Di daxuyaniya PKK’ê de bang li NY, YE, Iraq, Hukûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê hat kirin, ku bi wê erka xwe ya parastina wargeha Mexmûrê rabin.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN KARÊN DERVE YA PKK’Ê DAXUYANÎ
“NÛÇEYÊN ÊRIŞA LI DIJÎ HÊZÊN PDK’Ê DEREW IN”

Li ser bûyera 5’ê Hezîranê ya li Metîna ku bi provokasyona hêzên Zêrevanî yên PDK’ê pêk hat, PKK’ê wiha got:

Hewl dan êrişa li dijî pêşmergeyekî ya 8’ê Hezîranê li Derkarê jî bixin stûyê HPG’ê.

Ev nûçe ne rast in û bi temamî, ji bo rewakirina êrişên dagirkeriya Tirk in.

Armanc ji van nûçeyên derew ew e, ku rê li ber têkçûna dewleta Tirk bê girtin.

Em van nûçeyên gerîla û tevgera me dikin hedefa xwe û bi zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk tên amadekirin, şermezar dikin.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN KARÊN DERVE YA PKK’Ê DAXUYANÎ
“ARMANC JI NÛÇEYÊN DEREW RÊ LI BER GIRTINA TÊKÇÛYÎNA DEWLETA TIRK E”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku HPG’ê bixwe ji raya giştî re eşkere kiriye ku ti têkiliya wê bi her du bûyeran re tine ye.

PKK’ê berxwedana dîrokî ya gerîla ya ev zêdetirî 46 roj in dewam dike û artêşa Tirk aniye ber têkçûnê bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hewldana girtina qadên gerîla yên ev 25 sal in bi kar tîne, weke keysperestî hat binavkirin.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN KARÊN DERVE YA PKK’Ê DAXUYANÎ
“DIVÊ PDK HÊZÊN XWE JI DORA QADÊN GERÎLA VEKIŞÎNE”

Ev provokasyonek e û nayê qebûlkirin.

PDK hem dagirkeriya Tirk rewa dike û hem jî hewl dide rê li ber têkoşîna hêzên siyasî bigire.

Divê PDK hêzên xwe hem ji Metîna hem jî ji Berbizina vekişîne.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN KARÊN DERVE YA PKK’Ê DAXUYANÎ
“PARASTINA STATUYA BAŞÛR, BI DESTEKDAYÎNA HÊZÊN BERXWEDÊR PÊKAN E”

PKK’ê da zanîn, ku parastina statuya Başûrê Kurdistanê ne bi bêdengiya li dijî dagirkeriya Tirk, bi destekdana hêzên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin pêkan e.

Ev erk dikeve ser milê Parlemena Başûrê Kurdistanê jî.

Divê bang li tevahiya partiyên Başûr bike, beşdarî berxwedana hevpar bibin.

Em jî bang li tevahiya aliyan dikin; nekevin pey hewldanên vala derxistina yekîtiya netewî û şerê rûmet û welatparêziyê.

Dîsa banga me li tevahiya hêzên Kurdistanî û gelê me ev e; beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriyê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv