SALVEGERA DESTPÊKA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
PKK: DI SALA 23’YAN DE HEDEF AZADKIRINA RÊBER APO YE
Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 22’yan a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyek nivîskî weşand.
PKK’ê di şexsê Mehmet Halît Oral û Aynûr Artan de şehîdên “hûn nikarin roja me tarî bikin” hemû bibîranîn.
Di daxuyaniya PKK’ê de destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk a di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Girê Spî û Serêkaniyê hatin bibîrxistin.
Û hat gotin, li gel bîranîna şehîdên qehreman ên berxwedanê, em bawer dikin ku wê xelkê me yê Rojava bi awayekî xurttir li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û bişkîne.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de hat destnîşankirin, ku hedefa komploya 9’ê Cotmeha 1998’an tinekirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK’ê û biencamkirina qirkirina Kurd bû.
Û hat gotin:
Dewama komployê jî qirkirina Kurdan li xwe digire. Şerê cîhanê yê sêyemîn jî ji ber vê yekê ev 30 sal in li Rojhilata Navîn diqewime.
Di daxuyaniya PKK’ê de Amerîka û Konseya Ewropayê weke hêzên esasî yên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li ser piyan dihêlin hatin destnîşankirin û dewleta TIrk jî weke gardiyan û têtikkêşê wê hat binavkirin.
Û hat gotin:
Ji ber vê yekê êdî mecbûriyeteke, ku ji bo mirovahiyê, azadiya gelê Kurd û jinan dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê were rûxandin.
Di daxuyaniyê de têkoşîna bênavber a 22 salan li dijî vê komploya navneteweyî ya tevgera azadiyê û gelê Kurd hat bibîrxistin û hat gotin:
Vê berxwedanê rê li ber pêşketin û destkeftiyên dîrokî vekirine, komplo hat parçekirin û pîlana wê hat têkbirin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
PKK: EM BI XURTÎ ROJA AZADIYA RÊBER APO PÊŞWAZÎ BIKIN
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de Pêngava “dem dema azadiyê ye” hat bibîrxistin û wiha hat gotin:
Pêngava tevgera me ya azadiyê, ji her tiştî zêdetir, hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo dike hedef.
Ji ber vê yekê 10’ê Cotmehê weke roja ji Ocalan re azadî ya cîhanî hat ragihandin.
Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin, ku bi awayekî xurt beşdarî pêngavê bibin, komploya 9’ê Cotmehê bi awayekî xurt protesto bikin û 10’ê Cotmehê li her deverê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin.