Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Di 1’ê Gulanê de em têkoşîna li dijî dagirkeriyê geş bikin!

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em bang li her kesî dikin ku qadên 1’ê Gulanê dagirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dîktatoriya AKP-MHP’ê têkoşînê geştir bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

“Em; gelê Kurd ê welatparêz û kedkar dikevin 1’ê Gulanê. 1’ê Gulanê ku roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê ya karker û kedkaran e pîroz dikin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê nîşan dan ku 1’ê Gulanê ya îsal wê bi coşeke hîn mezintir derbas bibe û di berxwdana gel de ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibe asteke bilind. Ji niha ve tê dîtin ku qad û kolan wê b karker û kedkaran tijî bibe û di vê mijarê de wê guh nedin ti astengî û qedexeyê. Eşkere ye ku li her qadê wê qîrîna ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bilind bibe. Diyar e ku gelê me wê qadên 1’ê Gulanê dagire, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’ bilind bike û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike.

JI BO HILWEŞANDINA DÎKTATORIYA AKP/MHP’Ê YA FAŞÎST BER BI QADAN VE

Li ser vê bingehê em 1’ê Gulanê roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me yê welatparêz, karker û kedkaran, hêzên şoreşger û sosyalîst pîroz dikin; di 1’ê Gulanê de ji her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re serketinê dixwazin. Di şexsê hevrê Sînan Dersim de ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê, Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê bû û di nava rêveberiya HBDH’ê de nûnertiya PKK’ê temsîl dikir, şehîdên 1’ê Gulanê û têkoşîna me ya azadiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derdikevin û armancên wan bi ser bixînin. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê wê pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê zûtir bike; em bang li gelê xwe yê welatparêz, karker û kedkarên Tirkiyeyê, jin û ciwanan dikin ku ji bo hilweşandina dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst qadan dagirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd, weke hêzên karker û kedkar ên cîhanê di pêvajoyeke bi vî rengî ya watedar a 1’ê Gulanê de ye. Di demeke wiha de em dibînin ku dewleta Tirk a faşîst-qirker û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji êvara 23’ê Nîsanê ve li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke tunekirinê û dagirkirinê ya plankirî ya nû dimeşîne. Artêşa Tirk a faşîst û çeteyên şerê taybet ên qirêj di ser Qilaban, Çelê, Gever û Şemzînanê re sînor derbas kirin û ji çar baskan ve êrişî herêmên gerîlayên HPG û YJA Starê kirin.

EM SERKETINÊ JI PÊNGAVÊN GERÎLA RE DIXWAZIN

Di êrişa navborî de balafir û helîkopterên şer, balafirên keşfê, hêzên hewayî bi temamî û yekîneyên bejahî û çeteyên ji ber DAÎŞ-El Qaîdeyê mane, tên bikaranîn. Bi bombardûmaneke giran ji hewayî ve hêz li herêmê tên danîn, bi vî rengî hewl tê dayin ku nuqteyên stratejîk ên di bin kontrola gerîla de ne bên dagirkirin. Li ser vê bingehê gundên li herêmê, wargehên sivîl ên li herêmê bi zorê têne valakirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan e, hewldanên xwe yên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, ku li Efrîn û Serêkaniyê dest pê kir, li Xakurkê û Heftanînê dewam kir, niha jî dixwaze bi dagirkirina Metîna, Zap û Avaşînê dewam bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi lehengî li dijî van êrişên dagirker qirker li ber xwe didin û saziyên çapemeniyê timî ji raya giştî re radigihînin ku derbên giran li hêzên dagirker têne xistin. Biryargeha me ya gerîla têkildarî encamên şer her roj bîlançoya şênber eşkere dike. Eşkere ye ku dagirkirina van qadan wê hêsan nebe, hêzên dewleta Tirk a faşîst ketine xefika gerîla, erdnîgariya Zagrosê ya bi heybet wê bibe goristan ji faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinger-qirker re û serketina ku gerîla di sala 2008’an de li Zapê da destpêkirin û Sibata derbasbûyî li Garê dewam kir, wê li Zagrosê temam bike. Li ser vê bingehê em berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin û ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ku gerîla dane destpêkirin, serketinê dixwazin.

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ BI PIŞTGIRIYA JI DYE, YEKÎTIYA EWROPA Û RÛSYAYÊ DIKE

Balkêş e ku êrişa navborî 23’ê Nîsanê heman piştî axaftina destpêkê ya navbera rêveberiya nû ya DYE’yê û rêveberiya Tayyîp Erdogan dest pê kir. Êrişa Zapê ya Sibata 2008’an jî heman piştî hevdîtina 5’ê Nîsana 2007’an a navbera Rêveberiya DYE’yê ya wê demê û Tayyîp Erdogan de hatibû destpêkirin. Ji 1’ê Kanûna 2007’an û pê ve DYE’yê qada hewayî ji balafirên dewleta Tirk re kiribû, bi ÎHA’yan agahiyên keşfê dabû dewleta Tirk, di Sibata 2008’an de jî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ketibû rojevê. Bêguman ev hemû tesadûfî nîne, tiştên bêwate nîne. Hêzên ku li ber hebûna PKK’ê ya li Iraqê radibe, ji Kanûna 2007’an ve dengê xwe li êrişên dewleta Tirk ên li dijî PKK’ê yên li nava xaka Iraqê dernaxîne û piştgiriya van êrişan dikin. Ev nêzîkatî dike ku rewş bêhtir bê fêhmkirin.

Faşîzma AKPMHP bi piştgiriya ji DYE, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê werdigire êrişên qirkirinê dibin ser Kurdan. DYE û Dewleta Iraqê qada hewayî ji hêzên dewleta Tirk re vekirine ku bi vî rengî piştgiriyê didin êrişê. Di serî de PDK, hêzên Kurd ên ku li ber vê dagirkeriyê ranabin, neyekser jî be piştgiriyê didin êrişa dagirkeriyê. Bi vê wesîleyê, girîng e ku ev rastî bê destnîşankirin û ji raya giştî re bê ragihandin. Lê belê tişta ku hêzên navborî dike, eşkere ye ku tê wateya piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan. Yên ku niha destekê didin qirkirina Kurdan, gotinên wan ên ji bo şermezarkirina qirkirina Ermenan a beriya 106 salan hate kirin, ne cihê baweriyê ye. Polîtîkaya wan a berdana hev, êdî teşhîr bûye û bêqîmet bûye. Eger ev hêz xwe sererast nekin, ev polîtîkayên wan wê ji aliyê dîrokê ve bê darizandin.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKER BI HEMÛ HÊZA XWE EM Ê TÊBIKOŞIN

Pir aşkere ye, em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ê welatparêz, weke heta niha ji niha û şûn de jî li dijî van êrîşên dagirker ên qirker bi hemû hêza xwe em ê li ber xwe bidin. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd heta dawiyê em ê têbikoşin. Berdêla vê çi dibe bila bibe em ê wê berdêlê bidin. Gerîlayên me yên leheng û gelê me yê welatparêz her roj bi derbên ku lê dixe wê Kurdistanê ji qirkerên faşîst re bike zindan. Hişmendî û siyaseta faşîst-qirker wê li çiya û bajarên Kurdistanê were gomkirin.  Tenê me dixwest ku di têkoşîneke wiha pîroz de xwest hemû hêzên siyasî yên Kurd li cem xwe bibînin! Me tenê dixwest ku kî dibe bila bibe ti kes bi sûcê qirkirinê deqê neyîne ser xwe!

Gelê me yê welatparêz divê xweş zanibe di rewşeke wiha de ku em coşiya 1’ê Gulanê dijîn, dijminê faşîst-qirker hewl dide ku êrîşeke wiha ya dagirkeriyê û îmhayê li ser me ferz bike. Rewş cidî û giran e. Roj roja têkoşînê ye, roj ew roj e ku dijminê faşîst-qirker li Zapê û li Zagrosê were fetisandin. Divê şik û guman nebe hêzên me yên gerîla yên leheng tişta ku ji dest tê wê bikin. Lê kar û peywira pîroz dikeve ser gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, li ser jin û ciwanan. Nexasim rola ku wê gelê me yê Başûrê Kurdistanê bilîze bi maneyeke dîrokî ye û ji bo pêkhatinya azadiya Kurdan xwedî roleke girîng e. Naxwe gelê me yê welatparêz divê xwedî li vê peywira xwe ya dîrokî derkeve û li kûderê dibe bila bibe li dijî dîktatoriya faşîst-qirker a AKP-MHP’ê divê têkoşînê geş bike. Divê hewl bide ku gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê tevlî vê têkoşîna pîroz bike.

EM FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê LI ZAP Û ZAGROSAN VEŞÊRIN

Eşkere ye, ev tiştên ku bi tevgerî û gel em dijîn 1’ê Gulanê bêhtir bimane dike, dibe sedem ku em rêgeza yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya 1’ê Gulanê zêdetir bijîn. Naxwe li dora rêgezên azadî, wekheviya cihêtiyan û demokrasiyê ya 1’ê Gulanê zêdetir werin cem hev, bêhtir piştevanê hev bin û bi têkoşîneke mezin em faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Zagrosê gom bikin. Em Şoreşa Azadiya Jinê geş bikin, her cure paşverûtiya zilamê serwer hilweşînin û bi vê bingehê em jiyana azad û civaka demokratîk geş bikin. Em Şoreşa Ekolojîk geş bikin, pergala modernîteya kapîtalîst ku vîrûsa koronayê hilberandiye bavêjin ser sergoya dîrokê.

Bi vê çarçoweyê em carek edî 1’ê Gulanê li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên kedkar pîroz dikin, em bang li her kesî dikin ku 1’ê Gulanê meydanan tije bikin û li dijî êrîşên AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker têkoşînê geştir bikin!”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv