Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: ‘Bi pêngava ‘Dema Azadiyê Ye’ em 24 saliya komployê pêşwazî dikin’

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê LI SER KOMPLOYÊ DAXUYANÎ DA
PKK: BI PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE” EM 24 SALIYA KOMPLOYÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê, ji ber salvegera 23’yan a komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

Komîteya Rêveber di şexsê şehîdên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin”de hemû şehîdên dozê bi bîr anîn.

Komîteyê îşaret bi berfirehiya armanca hêzên komploger kir û xwest têkoşîna li dijî vê jî bi berfirehî were meşandin:

Li dijî êrişa komployî ya cîhanî, berxwedana azadî û demokrasiyê jî divê di asta cîhanî de be.

Pêngava me ya ‘Dema azadiyê ye’ di asta cîhanî de dewam dike.

Eşkere ye ku ev rewş wê di sala 24’an de hîn bi pêş ve biçe.

Bi vê wesîleyê, em her kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin silav dikin.

Em bang li şoreşger û dostên xwe hemûyan dikin ku têkoşîna me ya hevpar a cîhanî xurtir bikin.

PKK’ê bi bîr xist ku li dijî êrişên komployê, Rêber Apo bi afirandina şoreşa herî bi wate û mezin a zîhniyet û wijdanê bersiv da:

Ji aliyê zîhniyet, rêbaza jiyanê û sîstemê ve ji komployê bihurî.

Li dijî komployê teorî, îdeolojîk, bername, stratejî û rêbaza têkoşînê destnîşan kir.

Ne lihevkirina bi komployê re, lê belê rêya têkoşîna li dijî komployê hilbijart.

Komplo di destpêkê de di dil û mejî de têk bir.

Piştre jî li ser vê bingehê dest bi têkoşîna îdeolojîk û pratîkî kir.

Em ê baş zanibin ku bi têkbirina komployê ya di dil û mejiyê xwe de, em ê têkoşîna polîtîk û pratîkî bi ser bixînin û em ê vê bikin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê LI SER KOMPLOYÊ DAXUYANÎ DA
PKK: DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ HÎN BÊTIR WERE XURTKIRIN

PKK’ê têkoşîna gelê kurd li dijî komploya 15’ê Sibatê jî bi bîr xist û bi temamî pûçkirina komployê ev bang kir:

Gelê me li hemû beşên welat li dijî komployê li ser piyan e.

Li derveyî welat jî gelê me tevî dostên gelê me dewa azadiya Rêber Apo dikin.

Gerîlayên me yên leheng bi bîrewerî û moralek mezin têkoşîna xwe didomînin.

Em bang li hemû hevrêyên xwe, jin û ciwanan, gelê xwe yên welatparêz û dostên xwe dikin.

Rê û rêbazên têkoşîna li dijî komployê zengîntir bikin.

Li her qadê çalakiyên li dijî hişmendî û siyaseta komploger geş bikin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku aliyê herî qels ê komployê ye hilweşînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv