“#CEJNA GARÊ PÎROZ BE”
PIŞTÎ BANGA KCK’Ê SERKEFTINA GERÎLA A LI GARÊ HAT PÎROZKIRIN
Doh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê berxwedana gerîlla li dijî dagikeriya Tirk li herêma Garê silav kir..
Hevserokatiyê serkeftina li Garê weke cejn pênase kir û bang li gelê Kurd kir da ku vê yekê pîroz bikin..
Piştî banga KCK’ê li ser tevna civakî bi slogana Cejna Garê Pîroz be, kampanya Haştagê destpêkir..
Di nava demeke kurt de li Kurdistan û her devera cîhanê bi hezaran Kurd û dostên xwe bi slogan, wêne û dîmenan, berxwedana gerîla silav kirin..
Û li binê her peyamekê, lînka Cejna Garê Pîroz be hat bicihkirin.