KAMPANYA “DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ”
PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYÊ HER DIÇE ZÊDE DIBE
Ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin, di pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navnetewî de 13’yê Kanûnê kampanyayek hate destpêkirin.
Ji 30 welatî zêdetir hezar kesayetên naskirî pêşengiyê ji vê kampanyayê re dikin.
Herî dawî bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, hunermend û siyasetvanan, li Silêmaniyê jî kampanya hate ragihandin.
Endamê Komîteya Azadî Ji Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê Dr. Hekîm Ebdulkerîm li ser kampanyayê ji ajansa Rojnewsê re axivî.
KAMPANYA “DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ”
SIMON HOTZ: PKK BI RENGEKÎ ŞAŞ JI CIVAKA EWRÛPAYÊ RE HATIYE VEGOTIN
Li Ewrûpayê jî Kampanya îmzeyan li Swîsreyê jî dewam dike.
Yek ji beşdarên kampanyayê hunermend û mamoste Simon Hotz e.
Hotz bi kampanyayê ve girêdayê bal kişand ser kiryarên Dewleta Tirk a dagirker û got:
“Dewletên Ewropayê ji ber peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re, kiryarên rejîma dîktatoriyê ji nedîtî ve tên.”
Hotz da zanîn ku PKK li Ewrûpa şaş hatiye nasandin û got:
“Eşkere ye ku PKK û Kurd bi awayekî şaş bi civaka Ewrûpayê hatine nasandin.
Bi teşhîrkirina rejîma dîktatoriyê û agahdarkirina rast a raya giştî ve wê eşkere bibe ku PKK tevgereke gel e.”