Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pirtûka nivîskarê Alman ya li ser fikrên Rêber Apo di nava çend hefteyan de çapa yekemîn xelas bû 03.12.2020

 

PIRTÛKA ALMANÎ YA LI SER FIKRÊN RÊBER APO
DI NAVA ÇEND HEFTEYAN DE ÇAPA YEKEMÎN XELAS BÛ

Rojnamevan û nivîskarê Alman Peter Schaber bi navê “ji derheqê modernîteya kapîtalîst hatin: Destpêka felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan” pirtûk nivîsî.

Ev pirtûka Peter Schaber qala cîhana fikr û felsefeya Rêber Apo dike, meha derbasbûyî ji weşanxaneya Unrast derket.

Pirtûkeke bi vî rengî ya fikr, raman û felsefeya Rêber Apo vedibêje, pirtûkeke yekemîn a Almaniye.

Peter Schaber bi vê pirtûkê fikr û felsefeya Rêber Apo bi cîhana Almanî dide nasîn.

Jixwe Schaber dibêje yên ku cîhana fikrên Ocalan meraq dikin, dikarin bi vê pirtûkê dest pêk bikin.

Ev pirtûka li ser cîhana ramanên Rêber Apo, li Almanyayê rastî eleqeyeke mezin hat.

Di nava çend hefteyan de çapa yekemîn a pirtûkê xelas bûn û Weşanxaneya Unrast amadekariya çapkirina çapa dûyemîn dike.

Rayedarên Weşanxaneya Unrastê dibêjin, eleqeya evqas zêde ew şaş û metal hiştine.

Nivîskarê pirtûkê Peter Schaber jî, ji ANF’ê re axivî û ji ber eleqeya zêde kêfxweşiya xwe anî ziman.

Schaber got: Di demeke ewqas kurt de, xelasbûna çapa yekemîn, nîşan dide ku eleqeya ji bo fikrên Ocalan zêde dibe.

Schaber sedema nivîsîna vê pirtûkê jî wiha tîne ziman: Tevî Almanan, gelek derdorên navnetewî dixwastin Tevgera Kurd nas bikin. Lê mixabin pirtûkên derbarê îdolojiya tevgera Kurd de, pir qalind in, Lewma min pirtûkeke wiha nivîsî û ji bo kesên dixwazin tevgera Kurd nas bikin, derfetek derxist holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv