NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI QENDÎL Û MEXMÛRÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BÛ
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî bi coşeke mezin agirê newrozê hat pêxistin.
Piştîre jî gel li ber stranan govend gerandin.
Li Binarê Qendîlê jî li ser rewşa rêber APO jinan daxuyaniyek da.
Jinan banga xwedîdeketina li Rêber Apo kirin.
Di çalakiyê de her wiha agir hat pêxistin û banga tevlîbûna Newroza li Qendîlê hat kirin.
NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
XWENDEKARÊN TIRBESPIYÊ Û KOBANÊ NEWROZ PÎROZ KIRIN
Li Rojavayê Kurdistanê jî cejna Newrozê tê pîroz kirin.
Rêveberiyên Dibistana Şehîd Warşîn û Dibistana Fayêz Mensûr ên navçeya Tirbespiyê şahiyek ji xwendekaran re li dar xist.
Di şahîyê de gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkeşkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li Kobanê dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin.
Piştî rêzgirtinê ji rêveberiya zanîngehê Ehmed Hisên axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir.
Piştî axaftinan bernameya pîrozbahiyê bi çalakiyên hunerî û gerandina govendê dewam kir.
NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI AMED Û STENBOLÊ NEWROZ BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZKIRIN
Li Amed jî gel bi gerandina govendê newroz pîroz kir.
Bi heman rengî li 2 navendên Stenbolê jî agirê Newrozê hat geşkirin.