Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Peyama Hevserokê KCK Cemîl Bayik ji bo Newrozê

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku jina Kurd îro ji cîhanê re pêşengiyê dike û got;

Rêber Apo azadiya gelan di azadiyê jinê de dît.

Cemîl Bayik meha berxwedanê meha Adarê jî nirxand û desnîşan kir ku PKK, li ser ruhê Newrozê hatiye damezrandin.

Ji ber vê yekê jî PKK, Newrozê ji bo xwe wekî kongreyeke netewî dibîne.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK: RÊBER APO AZADIYA GELAN DI AZADIYA JINÊ DE DÎT

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di beşa duyem a bernameya taybet de, li ser girîngiya meha Adarê axivî.

Cemîl Bayik hemû şehîdên meha adarê bibîr anî û got;

Ew şehîdên demokrasî û azadiyê ne, şehîdên gelan e.

Cemîl Bayik destpêkê 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinên kedkar nirxand û got;

PKK rojên salê hemû wekî 8’ê Adarê dibîne;

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK: JINÊN CÎHANÊ BERÊ XWE DIDIN TÊKOŞÎNA JINÊN KURD

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, da zanîn ku jinên Kurd îro pêşengiyê ji vê felsefeya Rêber Apo re dikin.

Cemîl Bayik di vê çerçoveyê de got; Divê keda ku Rêber Apo ji bo jinên Kurd û jinên cîhanê daye jî baş were fêmkirin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:

PKK, NEWROZÊ JI BO XWE WEKÎ KONGREYEKE NETEWÎ DIBÎNE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku meha Adarê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên herêmê jî meheke girîng e.

Kurd Newrozê pîroz dikin lê ne tenê cejna Kurda ye.

Cemîl Bayik desnîşan kir ku PKK, li ser ruhê Newrozê hatiye damezrandin û got;

Peyamên di Newrozê de derdikevin pêş, di heman demê de dibin peyamên têkoşînê.

Ji ber vê yekê jî PKK, Newrozê ji bo xwe wekî kongreyeke netewî dibîne.

Ji bo serdema nû ya Newrozê jî Cemîl Bayik ev peyam da;

Cemîl Bayik bi taybetî du şehîdên meha Adarê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz jî bibîr anî;

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK: PEYAMA Ş. SEMA YÛCE LI DIJÎ XIYANETÊ PEYAMEK DÎROKÎ BÛ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, şehîd Sema Yuce jî bibîr anî û bi taybetî bal kişand ser peyama ku daye.

Cemîl Bayik ji bo Newroza 2020’an jî got; Ruhê Newrozê, tifaq, yekîtî, berxwedan û azadiyê dixwaze.

Ji ber wê yekê jî divê ew ruh pêş bikeve.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK: DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ QIRKIRINÊ BEŞDARÎ NEWROZÊ BIBE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li ser gelê Kurd siyaseteke qirkirinê tê meşandin.

Di vê rewşê de gelê me newrozê pêşwazî dike.

Divê li her derê gelê me beşdar bibe û bi helwesta xwe li dijî vê qirkirinê bisekine.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv