Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê têkildarî bûyera Xelîfan a ku tê de gerîla şehîd bûn, diyar kirin ku PDK li xiyanetê alaye û nikare terk bike û gotin: “Divê helwesta me hemûyan hebe û ji PDK’ê re bêjin te li nîştiman xiyanet kiriye.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 3’yê Cotmehê de ragihandibû ku di encama kemdînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Aqûbeta gerîlayekê diyar nîne û gerîlayek sax gihîşte hevreyên xwe. Pêşmergeyên Dêrin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî bûyerê bi riya Rojnews’ê helwesta xwe diyar kirin.
Pêşmergeyê Dêrîn Abdullah Çalak diyar kir ku divê Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dergûş be û got: “Lê, bi saya partiyên desthilatdar bûye dergûşa saziyên sîxûrî yên dewletên dagirkerên Kurdistanê. Pêwîste ji PDK’ê re bêjîn te li nîştiman xiyanet kiriye. Divê em hemû girêdayî netewe û nîştan bîn. Her aliyek li nîştiman xiyanet kirîbe, divê weke eniya xiyanetê were diyar kirin.”
Pêşmergeyê Dêrîn Abdullah Çalak wiha domand: “Divê em hemû bêjin destên xiyanetê di nava me de heye û divê kar ji bo birîna van destan bikin. Divê em hemû li dijî kesên destê wan ketiye nava dagirkeran de derkevîn.”
Pêşmergeyê Dêrîn Tofîq Mihemed diyar kir ku PDK li xiyanetê alaye û nû nikare terk bike û got: “Ew bi xwe dibêjin, eger şoreş bi me neyê kirin, em ê têk bidin. Di dîrokê de, kar li ser vê rêçê kirine. Niha her vî karî berdewam dikin û şoreşa Kurdistanê têk didin.”
Tofîq Mihemed hêvî kir ku PKK li hemberî kiryarên PDK’ê sebir bike û got: “Ji ber ku PDK dixwaze guleyek biteqe, ji bo ku şer destpê bike. PDK guh nade kuştina kurê xelkê. Wê artêşa Tirkiyeyê bi temamî bîne nava xaka Herêma Kurdistanê. Lewma hêvîdarim ku PKK sebir bike.”