Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pergala rejîma AKP-MHPê ya gendeliyê û talanê ji hev dikeve 11.01.2021

 

REJÎMA AKP-MHP’Ê YA FAŞÎST
PERGALA LI SER GENDELÎ Û TALANÊ JI HEV DE DIKEVE

Rejîma AKP-MHP’ê bi esker, polês, burokrat û qeyûmên xwe pergaleke li ser qirkirin û talanê ava kiriye.

Li bajarên bakurê Kurdistanê îhale li ser talan û diziyê ne.

Pergala qeyûm a dagirker jî ji hev de dikeve.

AKP’î bawerî bi peyayên xwe jî naynin.

Cihê wan diguherînin.

Bi pîneyan dixwazin îradeya gel di bin îpoteka xwe de bigrin.

Li Colemêrg û navçeyên wê bertîl û ruşwetên ji aliyê AKP’iyan ve hatiye xwarin yek ji mijarên sereke ye.

Qeydên deng ên midûrê Lîseya Îmam Xatîbê Mustafa Can ku xas peyayê AKP’ê ye hin aliyê vê çerxa gendeliyê jî eşkere kir.

Mustafa Can û AKP’î di qeydan de weke ta bi derzî ve bike çerxa talanê vedibêje.

BI taybetî jî behsa talana ku Serokê AKP ê Colemêrgê Emrullah Gur û Karsazê bi navê N. S. dike.

Ku gelek caran di qeyd de weke Nedo tê binavkirin.

Wan di nava xwe de tenê ji îhaleya komir 400 hezar lîre ruşwet girtine.

PERGALA JI HEV DE KETÎ YA QEYÛMAN
DI NAVA 10 MEHAN DE QEYÛMÊ 3’YAN HAT WEZÎFEDARKIRIN

Di 24’ê adara 2020’an de Qeymeqamê dagirker ê navça Amed Farqînê Mehmet Ûslû li ser fermana wezîr Soylu wek qeyûm danîn, ser şaredariyê.

Îradeya gel hat xwespkirin û hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû ji wezîfeyê hatin girtin.

Wezîrê tirk li şûna Mehmet Usluyê qeyûm îcar rabû Omer Faruk çelîk weke qeyûm wezîfe dayê.

Qeyûmê dagirker Omer Faruk Çelîk jî dîsa bi talîma Soylu ji Farqînê hatiye girtin.

Li şûna wî qeyûmê navça Mêrdîn Stewrê Bayram Turker hatiye tayînkirin.

Îcar li vir tişta seyr ew e li şûna qeyûmê dagirker Bayram Turker îcar qeymeqamê navça Balikesîr Manyasê Muhammed Kaya weke qeyûm li qeymeqamî û şaredariya Stewrê hatiye wezîfedarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv