Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêngava 1’ê Hezîranê: Şoreş li tevahiya Kurdistanê mezin bû

 

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANA
ŞOREŞ LI TEVAHIYA KURDISTANÊ MEZIN BÛ

Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hin qonaxên lêvegerê hene, ku rê li ber gelek encaman vekirine.

Bi taybetî piştî ku 1978’an Partiya Karkerên Kurdistanê damezrandina xwe ragihand.

Li tevahiya Kurdistanê piştî 27’ê Mijdara 1978’an êdî ne dagirker û mêtîgehan, gelê Kurd dest bi nivîsandina dîroka xwe kir.

Sala 1982’yan 21’ê Adarê, 18’ê Gulanê û 14’ê Tîrmehê 3 rojên vê dîrokê ne.

Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Necmi Öner, Mahmut Zengin, Eşref Anyık, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmûş, Alî Çiçek û Akîf Yilmaz.

Van pêşeng, şoreşger û lehengan bi navê PKK’ê nûnertiya serîrakirina gelê Kurd a li dijî teslîmiyetê kirin.

15’ê Tebaxa 1984’an bi pêşengiya fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz-Egîd şerê gel ê şoreşgerî hat destpêkirin.

Van rojên dîrokî bi xwe re şoreşek mezin afirandin.

Bi milyonan Kurd di serî de li Bakur, li 4 aliyên Kurdistanê xwe di warê fikir de azad kirin.

Her roja diçû, her sala diborî ev şoreş mezin dibû.

Ji ber vê yekê Rêberê vê şoreşê di hedefa hêzên dagirker, mêtîgeh û serdest de bû.

15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî xwestin vê tevgera şoreşê ya gel a her diçe mezin dibe ji holê rakin.

Bi gotina wî “Rêber Apo li zîndana Îmraliyê çarmîx kirin.”

Ji hêzên komploger we bû, ku wê bi dîlgirtina wî PKK were tasfiyekirin.

Li dijî vê yekê Rêber Apo 2’yê Tebaxa 1999’an bang li hêzên gerîla kir, ku ji Bakurê Kurdistanê vekişin.

Li ser vê bangê bi hezaran gerîla, bi dayîka berdêlek giran vekişiyan Başûrê welêt; Herêmên Parastinê yên Medyayê.

2 komên aştiyê ji çiyayên Kurdistanê û Ewrûpayê li ser banga Rêber Apo berê xwe dan Tirkiyê.

Tevî ewçendî hewldanên ji bo çareseriyê, dîsa jî berê hêzên komploger li tasfiye û tinekirina gelê Kurd bû.

Van hêzan, çend şexsên di nava PKK’ê de ketibûn ber bayê lîberalîzmê kiribûn amûrên xwe.

Di nava PKK’ê de jî şoreşgerên li pey şehîdan û Rêber Apo li dijî tasfiyekariyê têkoşîneke mezin dikirin.

Di encama wê têkoşîna mezin de mîna 15’ê Tebaxa 1984’an, rojeke din ket dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.

Ew jî 1’ê Hezîrana 2004’an bû.

PKK ragihand, ku ew derbasî parastina rewa ya aktîf dibin û dawî li agirbestê tînin.

Bi hezaran gerîlayên HPG û YJA-Starê dîsa li çar aliyên Kurdistanê belav bûn.

Bi vê rojê re, dawî li tasfiyekariyê hat anîn.

Bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat danîn.

1’ê Hezîrana 2004’an ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji her alî ve bû roja pêngaveke dîrokî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv