PDK’Ê OMER BARTAN RADESTÎ DEWLETA TIRK KIR
Omer Bartan 48 salî ye.
Ji navçeya Bedlîsê Tetwanê ye.
12 salan li zîndanên deweleta Tirk girtî maye.
Ji ber zext û faşîzma dewleta Tirk, xwe spart Başûrê Kurdistanê.
3’yê Tîrmeha 2019’an ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin.
Ev zêdetirî salekê bû li zîndanên PDK’ê girtî bû.
Bi ti awayî agahî jê nedihat girtin.
Malbata wî têkildarî rewşa Omer Bartan nedihat agahdarkirin.
28’ê Çileya 2021’ê polîsên dewleta Tirk ji Şirnexê li malbata wî geriyan.
22’yê Sibatê ji zîndana Şirnexê Omer Bartan bi malbata xwe re axivî.
Ji malbata xwe re wiha got:
Gelek zext li min hatin kirin, ku ez bibim sîxur.
Min tiştek qebûl nekir.
Li ser vê yekê 28’ê Çileya 2021’ê destê min kelemçe kirin, çavên min girêdan.
Asayîşa PDK’ê ez radestî dewleta Tirk kirim.
12 sal cezayê zîndanê yê Omer Bartan heye û 3 dozên cûda derheqê wî de hene.