Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê li gel artêşa Tirk a dagirker dest bi liv û tevgerê kir

Di demekê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêmên Avaşîn, Metîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, PDK li gel dewleta Tirk li devera Berbizinan a herêma Sîdekanê kete nava liv û tevgera leşkerî.

Ji 23’yê Nîsanê û vir ve li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyoneke berfireh a dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Di rewşekeke wiha de derket holê ku hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdisan (PDK) li gel dewleta Tirk li deverên cuda ketin nava liv û tevgerên leşkerî.

PDK bi vê liv û tevgerê dixwaze ber bi herêmên di bin kontrola gerîla ve bi pêş ve biçin û çeperên nû ava bikin û gerîla bixin kemînan.

Çavkaniyek bi ewle ji herêma Bradost agahî da û got: “Doh êvarê çekdarên girêdayî PDK ji devera Bolê ber bi herêma Berbizinan ve xwestine pêş ve biçin deverên di bin kontrola gerîla de ne. Her çendî ku gerîla ew hişyar kirine ku tevgereke wiha nekin jî, lê hêzên PDK bi israr ji bo derxistina aloziyan a li herêmê tevgeriyan. Li ser derketina aloziyan hêzên PDK neçar ma ku vegerin.”

Dîsa heman çavkaniyê ragihand ku salane koçerên herêmê diçûn zozanan îsal Asayîşa PDK’ê nahêle koçber biçin zozanan. Çavkaniyê anî ziman ku PDK destûr dide kesên ku ew bixwazin biçin, ji derveyî wan nadin kesî.

Li aliyê din Eqîd Ebdula alîkarê fermandarê Baleke jî daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên girêdayî PDK’ê çûne herêmên di bin kontrola gerîla de û pêşiya wan hatiye girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv