Ji Başûrê Kurdistanê, ji bilî zextên PDK’ê, nûçeyeke din a sosret hat.
Hat ragihandin Mûsa Guzel ê ji bakurê Kurdistanê ye ji aliyê PDK’ê ve radestî dagirkeriya Tirk hatiye kirin.
PDK KURDAN RADESTÎ DAGIRKERAN DIKE
MÛSA GUZEL RADESTÎ DAGIRKERIYA TIRK HAT KIRIN
Mûsa Guzel ji Geverê ye.
Ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker berê xwe da bû başûrê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku Musa Guzel ji aliyê PDK’ê ve li Şêladizê hatiye girtin.
Hin çavkaniyên ji herêma Behdînan ragihandin, ku PDKê Mûsa Guzel radestî dewleta Tirk kiriye.
Li gorî agahiyan Mûsa niha li Şirnexê ye û di destê dewleta Tirk de ye.