PDK LI PEY PROVOKASYONÊN NÛ YE
LI SÊGOŞEYA BEGOVA, BATÛFA Û BRÎFKA HÊZ BI CIH DIKE
PDK, tevî hişyarî û nerazîbûnan, li Herêmên Parastinê Medyayê bi hewldanên xwe yên provokatif berdewam dike.
Ji Cotmehê ve, hêzên leşkerî dişîne qadên gerîla û çeperên leşkerî ava dike.
PDK’ê herî dawî hêzekê ji 56 wesayitên zirxî û çekên giran pêk tê li herêma Çoman û Hecî Umranê bi cih kir bû.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku PDK li sêgoşeya Begova, Batûfa û Brîfka Petrola Seferî jî hêzên xwe bi cih dike û hatin û çûyina şêniyên herêmê jî tê astengkirin.