ÇÛN Û HATINA LI HERÊMÊ HATIYE QEDEXEKIRIN
PDK LI HERÊMA BERWARÎ Û KANÎ MASÎ LI SER GEL ZEXTÊN XWE ZÊDE DIKE
PDK her ku diçe zext û zordariya li ser şêniyên Berwarî û Kanî Masiyê zêdetir dike.
Di van rojên dawî PDK’ê li herêmê 3 cihên kontrolê danîn, hêzên nû bi ser herêmê de şandin.
Li gorî agahiyên xwecihî hêzên PDK’ê hemû wesayitên sivîl kontrol dike, demeke dirêj wan dide sekinandin.
PDK her wiha nahêle ku gel biçe ser erd û zeviyên xwe, li Kanî Masiyê ji saet 7’ên êvarî heta bi 7’ê sibehê çûn û hatin qedexe kiriye.
Gelê herêmê dibêje saetên navborî balafirên keşfê yên Tirk li ser herêmê difirin, biryara qedexeyê encama hevkariya PDK û dewleta Tirk e.
Şêniyê ji herêma Berwarî K.F diyar kir ku zext û zordariyên PDK’ê di van demên dawî de zêde bûne û got;
”PDK li herêmê li dijî gerîla ketiye nava tevgerê, lê ji tevgera wan herî zêde gelê herêmê aciz dibe. Em vê siyaseta şaş ya dijî Kurdistaniya şermezar dikin. PDK’ê êdî wisa li me kiriye ku em li malê xwe û li ser erdê xwe jî nikarin bi rehetî rûnên.”