ZEXTÊN PDK’Ê YÊN LI SER SIYASETMEDARAN DEWAM DIKE
PDK’Ê EV 7 ROJE ENDAMÊ HDP’Ê NIMET GÛNEŞ KIRIYE BINÇAVAN
Endamê HDP’ê Nîmet Gûneş ji ber zextên dewleta Tirk, neçar me ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe…
Beriya 2 mehan ji ber gefên PDK’ê yên dersinorkirinê, Nimet ji herêma Dihokê tê derxistin.
Li ser hewldanên xizmên xwe, Nimet li gel malbata xwe derbasê Hewlêrê bibe.
Lê li vir jî zextên PDK’ê dewam kirin..
Malbata Gûnêş diyar kir ku asayîşa Hewlêrê bi hinceta “divê îmzeyekî biavêjî” gazî wî kirine.
Li ser vê yekê Gûneş, 2’yê Sibatê diçe asayîşa Hewlêrê, lê piştre venagere.
Di encama hewldanên malbatê de, derket holê ku Nîmet Guneş li asayîşa PDK’ê ya Zaxo di bin çavan de ye..