Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamentera fransî xwest Macron li dijî Erdogan têbikoşe 06.04.2021

 

LI DIJÎ ERDOGAN TÊBIKOŞE NE LI DIJÎ KURDAN
PARLAMANTERA FRANSÎ XWEST MACRON LI DIJÎ ERDOGAN TÊBIKOŞE

Piştî ku serokkomarê Fransayê Macron bi Erdogan peyivî, 23’yê Adara bihurî hikûmeta Macron operasyonek li dijî komeleyên Kurdan û çalakger û siyasetvanên Kurd da destpêkirin.

Di encamê de 13 kes kirin nezaretê û 7 jê girtî li dijî 9 Kurdan jî lêpirsîn dewam dike.

Yanî Fransa ji bo lihevhatina bi dewleta Tirk re, dixwaze Kurdan krîmînalîze bike.

Weke encam nijadperstên Tirk jî li Lyonê bi ser komeleya Çandî ya Kurd a Mezopotamyayê de girt û 4 Kurdistanî birîndar kirin.

Ev helwêsta hikûmeta Fransî heta niha tenê ji aliyê “Fransaya serî natewîne” û Partiya Komunîst a Frasanyê ve hatiye rûreşkirin.

Parlamentera Fransaya serî natewîne Clémentine Autain di bernameyeke kanala televizyonê ya nûçeyan de, aciziya xwe ji helwêsta hikûmeta Macron eşkere îfade kir:

25 endamên gurên boz êrişî avahiya komeleyeke Kurd kir li Lyonê.

Ev komekeke faşîst e ku Erdogan ew ji xwe re kirine amûr.

Fransa xizmeta Erdogan dike bi girtina çalakgerên Kurd.

Xêra vê li ti kesî nîne. Ev êriş pêk tên û di heman demê de Fransa çalakgerên Kurd digire.

Nabe mirov destekê bide vê helwêstê. Heger têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê bê kirin, divê em li hember Erdogan bisekinin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv