Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamena Katalonya statuya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê nas kir

 

STATUYA XWESERIYA DEMOKRATÎK
PARLEMENA KATALONYA STATUYA RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ NAS KIR

22’yê Hezîranê heyetek ji Herêma Xweser Katalonya ya ji bo serxwebûna xwe ji Spanyayê têdikoşe, çûn Rojavayê Kurdistanê.

Di heyetê de parlementer û siyasetvanên Katalanî Lûlîa Regovat, Robîn Wagensber û Laûra Breezî cih girtibûn.

Heyetê bi Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî re hin hevdîtin pêk anîn.

Piştî vegerê endamên vê heyetê, li welatê xwe dest bi xebatên ji bo venasîna statuya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûrî kirin.

Di encama van xebatan de îro Parlemena Katalonyayê li hev civiya.

Ev civîn taybet ji bo venasîna Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Seroka meclisê rûniştinê bi sernavê dengdana ji bo naskirina statuya rojavayê Kurdistanê da vekirin.

Piştre li ser navê koma partiyan parlamenterên katalan der barê girîngiya naskirina statuya rêveberiya xweser de axivin.

Parlamanteran destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Apo li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd, bi pêşengiya gelê kurd li ser esasên konfederalîzma demokratîk, jiyaneke nû hatiye avakirin û wiha gotin:

Divê em hemû, gelê katalan, gelên ewrûpayê xwedî li vê şoreşê derkevin.

Wan li hemberî DAIŞ’a faşîst şer kir, li dijî Erdogan li ber xwe didin.

Lazim e em di hemû qadan de, madî, manewî li kêleka wan bin.

Piştî axaftina parlementerên li ser navê komên xwe, dengdan pêk hat.

Di encama dengdanê de parlemen hema bêje bi yek dengê statuya Rêveberiya Xweser nas kir.

111 parlementeran got: Erê. 18 wekîlan jî dengê na da.

Biryar bi çepikan hat pîrozkirin.

Parlemena Katalonyayê bû yekem parlemen ku statiya Rêveberiya Xweser nas dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv