Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerên Rêber Apo bi lezgînî bang li CPT’yê kirin 19.03.2021

 

“EM BANG LI CPT DIKIN BILA TAVILÊ BI ERKA XWE RABE”
PARÊZERÊN RÊBER APO BI LEZGÎNÎ BANG LI CPT’Ê KIRIN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî îdiayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo li medya dîjîtal hatin weşandin, ji bo hevdîtinê bi awayekî lezgîn serlêdan kir.

Serlêdana piştî van îdiayan a yekem di 15’ê adarê de pêk hat. Lê rayedaran bersivek neda.

Parêzeran piştre 16, 17, 18 û 19’ê adarê jî serlêdan kir. Rayedarên hikûmeta tirk ev serlêdan jî bê bersiv hiştin.

Piştî ev mekanîzma xitimî parêzerên Rêber Apo bi awayekî lezgîn serî li CPT da.

Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişand ser van xalan;

Rejîma Îmraliyê rejîmeke awarte ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê ye û êşkekence ye.

Lewma, heta ku em yekser rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan nebînin wê fikarên me bi dawî nebin.

Nepêkane ku nûçe û îdîayên bi vî rengî ji rêzê bêne dîtin

Di serlêdanê de hate ragihandin ku CPT têkildarî şert û mercên heyî yên tecrîdê ji xwe hatiye agahdarkirin û wiha hate gotin:

Li pêşberî vê rewşa dawî ya girîng, ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din di nava tenduristî û ewlekariyê de bin.

Ji bo vê jî em bang li we dikin ku tavilê bi erka xwe rabin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv