Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerê girtiyên Behdînan: Bi gerîla re girtina wêneyan şerefe 07.03.2021

Yek ji parêzerê girtiyên Behdînan Beşdar Hesen ragihand ku weşandina senaryoya mikurhatina girtiyan di bin zexta çekan de bû û neyasayî ye û got ku sûcdarî bê bingeh in. Beşdar Hesen destnîşan kir ku wênegirtina li gel gerîla ne sûce û belku şeref û şanaziyek mezine û got ku dixwazim wêneyekê li gel gerîla bikişim.

Di 4’ê Adarê de, Dezgeha Ewlehiyê ya Hewlêrê bi navê Encûmena Asayîşê dîmek parve kir ku bi riya kamareyên veşartî îfadeya çend çalakvan û rojnanemegerên di bin çavan de tomar kiriye. Weke belge li dijî wan bi kar anî. Di nav de bê navber wêneyên wan çalakvan û rojnamegeran ên li gel gerîla bi kar anî, weke sûcek mezin destnîşan dikin.

Yek ji parêzerê girtiyên Behdînan Beşdar Hesen têkildarî weşandina dîmen û girtina wêneyên li gel gerîla ji Rojnews’ê re axivî û got;”Weşandina wê senaryoyê ne yasayî ye. Ji ber ku hîn derbarê wê biryarê de Dadgeha Temîzê biryara dawî nedaye. Herwiha li ser binçavkirina rakirina çekê û di bin zextan de mikûrhatin nêzîkbûnek serdema şerê navxweyî ye. Di qonaxa yekem de Serokê Hikûmetê bi daxuyaniya xwe Dadgeha Hewlêrê neçarî xwe kir. Dubare bi vê senaryoyê dixwazin Dadgeha Temîzê jî neçarî xwe bikin.”

بەشدار حەسەن

Beşdar Hesen eşkere kir ku sûcdariya girtiyan bêbingehe û wiha domand;”Weke parêzek dixwazim rojekê ligel gerîla wêne bigirim. Mixabin heta niha ev şeref û şanaziya mezin bi dest min neketiye. Tenê dewleta Tirk gerîla weke terorîst bi nav dike, ger gerîla nebûya wê DAIŞ biketa bajarên Başûrê Kurdistanê. Me biryara dadgehê û weşandina vê senaryoyê îtiraz kiriye. Ji serî heta binî neyasayî ye. Daxwazê ji dadwerên birêz ên Dadgeha Temîzê dikin ku nekevin li jêr bandoriya vî dîmen û desthilatê. Biryarek dadperwerî bidin.”

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê”  ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. 17’ê Sibatê de li dijî biryarê û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin û hîn derbarê rewşa tenduristiya wan ti agahî nehatine bi destxistin.

Komîteya Pêywendiyên Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di 5’ê Adarê de li ser mijarê daxuyanî da û wiha tê gotin: “Roja 4’ê Adara 2021’an dezgeha Parastinê ya PDK’ê li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê raporek dîtbarî belavkiriye ku qaşo çend ‘tawanbar’ mikur hatine ku pêywendiya wan bi PKK’ê re hebûye û xwestine provakasyon bikin.

Ew dîmen rastî gelek bertekan hat û di yekemîn gav de piraniya sazî û rêxistinên girêdayî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê fermîbûna wê rapora dîtbarî red kirin û ragihandin ku haya wan ji raporekî wiha nîne. Di vê baweriyê de ne ku ew azadîxwazane ji ber fikir û ramanên azad û karê rojnamevaniyê ji aliyê Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ve weke dîl hatine girtin û hemû ew mikurhatinane di bin zextek bê exlaq ê dezgeha Parastinê de ji wan hatiye girtin û wijdana hişyar a gelê me tu carî bi wan senaryoyane bawer nake.”

Hêjayî gotinê ye ku  Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 kesan pêk tê, sê endam ser bi Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û 2 ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne. Hersê endamên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihandin ku dîmen bê agahiya wan hatine parvekirin, agahiya wan jê nîne, red dikin û neyasayî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv