Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin

Parêzer Zeycan Balcî

Polîs Mûrat A. yê pişta endama ÇHD’ê Prz. Zeycan Balci şikand, piştî 3 salan derket pêşberî dadger.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), xwest di 30’ê Adara 2016’an de daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kiribûn û pişta endama ÇHD’ê parêzer Zeycan Balci şikandibûn. Dûre derbarê polîsan de bi sûcdariya “birîndarkirin, bi zanebûn birîndarkirin û sînorê tundiyê derbas kirin” doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê piştî 3 salan hat dîtin. Li bendê bû ku danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Çaglayan a Stenbolê bê dîtin, lê berevajî vê li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a salona wê pir teng hat dîtin.

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, nûnerên Sendîkaya Parêzeran, endamên Baroyên Enqere û Îzmîrê danişîn şopandin. Bersûc Mûrat A. yê polîs û parêzer Zeycan Balci beşdarî danişînê bûn. Balkêş bû ku polîs li cihê parêzeran rûniştin. Ji ber vê yekê nîqaş derket. Dûre dadger mudaxile kir û polîs ji cihê parêzeran rakirin.

Bersûc polîs Mûrat A. parastin kir û got: “Têkildarî de mudaxilekirina min tu delîl tuneye.” Bersûc Mûrat A. rapora kesê pispor înkar kir û wiha axivî: “Di raporê de tişteke zelal tuneye. Kesê pispor tenê wêneyê min şandiye.” Dadger dûre dîmenên di dosyayê de nîşanî polîsê bersûc kir û pirsa “ev tuyî?” jê kir. Mûrat A. dîsa axivî û wiha got: “Na ev ne ezim. Li wê derê ez guhdarî telsîzê dikim. Kewên li wê derê jî ne ji koma min e. Min mudaxileyî wan nekir.” Parêzeran li ser vê yekê pirs ji bersûc Mûrat A. kirin. Mûrat A. ji bo pirsên parêzeran bi hêrs bû û balkêş bû ku dengê xwe bilind kir.

Piştre mexdûr Zeynep Balci parastin kir û wiha got: “Dema ku em li benda danişînê bûn, bersûc bi awayekê veşartî girtin hûndirê salonê. Diviya bû ne ev, ez bêm parastin. Li Tirkiyeyê yekemîn çar li pêşberî çapemeniyê li ber edeliyê pişta parêzerekê şikandin. Yê ku bi piyê xwe pehîn li min xistin, polîsê li hemberî we rawestiya ye. Diviya bû ku yên ferman dan wî jî, îro li vê derê bûna, lê mixabin ne liv ê derê ne.”

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv