Tenê di rojekî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.
Aylîn Sozer li Stenbol, Selda Taş li Meletiyê û Vesile Donmez li Dîlokê hatin qetil kirin.
Kuştina Aylîn Sozer dijminahiya dewleta Tirk û mêran li hemberî jinê careke din raxist ber çavan.
Jinan li hemberî kuştinê hêrsa xwe anîn ziman.
Jina di daxuyan de ji hikumeta AKP-MHP’ê re gotin: Destê we di xwîna bi hezaran jinan de heye.
LI BAKUR Û TIRKIYÊ DOH MÊRAN 3’Ê JIN HATIN KUŞTIN
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jin têne kuştin.
Di rojekî de mêran 3’ê jin kuştin.
Hîndekar Aylîn Sozer li navçeya Stenbol Maltepe, Selda Taş li Meletiyê û Vesile Donmez jî li Dîlokê hatin qetilkirin.
Mamosteyên Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Aydin a Stenbolê ji bo Aylin Sözer çalakî lidarxistin.
Di çalakiyê de jinên ku axivîn ragihandin ku ewlehiya canê wan nema ye.
LI ÎZMÎRÊ LI DIJÎ KUŞTINA JINAN ÇALAKÎ PÊK HAT
Li Îzmîrê jî endamên Dîskê ji bo şermermezar kirina kuştinên jina hatin hel hev.
Di çalakiyê de jinan daxwaza parastina mafê qanûna 6.284 û peymana Stenbolê kir.
TEVGERA JINA AZD-TJA: “DESTÊ WE DI XWÎNA JINAN DE YE”
Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî derbarê komkujiyên jinan de, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Li ser navê jinan hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez axivî û wiha got:
Aylîn Sozen, Selda Taş, Vesîle Donmez û bi sedan jin, bi hişmendiya qirêj a zilamê serdest û bi awayekê hovane tên qetilkirin.
Gulmez, bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha pê de çû:
“Welatên ku ev peyman îmze kirin, berpirsiyartiyek girtin ser milê xwe.
Lê AKP bi polîtîkayên xwe yên tekparêz û olperest bi tu awayî Peymana Stenbolê bi cih nayîne. Destê wan di xwîna bi hezaran jin de ye
PLATFORMA JINA YA DÎLOKÊ: “BÊ CEZATÎ RÊ LI BER KUŞTINA JINA VEDIKE”
Bi heman armancê jî platforma Jinên Demokrat a Dîlokê ji bo 3’ê jinên ku duh hatin qetilkirin daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber ku ceza ji kûjer re nayên birin kuştina jinan zêdetir dibe.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê çapemeniyê, daxistina cezayan, kodên ehlaqî yên baviksalarî dibin sedema zêdebûna qetlîma jinê.