ZEXTÊN ALMANYA ÊN LI SER KURDAN
PARÊZER CHRISTOS PSALTIRAS: BI HINCETA MADEYA 129-B ZEXTÊ LI KURDA DIKIN
Parêzerên ku li dadgehên alman dozên siyasetmedarên kurd dişopînin li ser zextên dewleta Alman ên li ser Kurda ji rojnameya Yeni Ozgur Politîkayê re axifîn.
Parêzer Christos Psaltiras bi bîr xist ku ji sala 2010´an bi fermana wezareta dadê ya Alman PKK ket ber qanûna 129-B yê.
Bi vê kanûnê ve li dijî Kurda êdî bi awayekî keyfî lêpirsîn hatin destpêkirin.
Psaltiras dibêje,
“Bi destûra lêpirsînê hikûmeta Elman helwêsta xwe ya siyasî diyar kir. Tevlêbûna çalakiyan, stranên Kurdî êdî wek sûc tê dîtin. Van demên dawî siyasetvanên Kurd bi armancên siyasî tên biçav kirin. Ev zextên Almanya piştî hevdîtina wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê zedetir bûn.”
ZEXTÊN ALMANYA ÊN LI SER KURDAN
PARÊZER STEPHAN KUHN: EV ENCAMA ŞIRÎKATIYA ALMAN Û TIRKIYÊ YE
Parêzer Stephan Kuhn jî got, xala qanûna cezayê ya 129b, çalakiyên qanûnî weke neqanûnî nîşan dide û wiha peyivî:
“Xuyaye Rayedarên Tirk û Alman li ser binçavkirina aktivistên kurdan li hev kirine. Zexta van demên dawî û girtina hin kesayetiyên kurd encama vê lihevkirinê ye.
ZEXTÊN ALMANYA ÊN LI SER KURDAN
PIŞTÎ HEVDÎTİNA ÇAVUŞOGLU ZEXTÊN LI SER KURDA ZÊDE BÛN
Di 7’ê Gulanê piştî ku wezirê karê derve yê tirk Mevlud Çavûşoglu li Berlinê hevdîtin pêk ani, polîsê Alman bi ser avahiya Mala Gel a Medya ya li Nurnbergê de girtibû, derî û pencere şikandibûn, tiştên li komeleyê serûbin kiribûn û dest danibûn ser alavên komeleyê.
Herwiha Polîsan bi awayekî hemwest avêtibûn ser mala hevseroka koleyê Makbule Kartal jî.
11´ê Gulanê jî li Heilbronn û Esslingenê polîsê alman avêtibû ser malan û siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan û hunermend Mazlûm Dora kirin binçavan.
ZEXTÊN ALMANYA ÊN LI SER KURDAN
LI HEÎLBRONNÊ ZEXTÊN DEWLETA ALMAN HATE ŞERMEZARKIRIN
Ji aliyêdin ve zext û girtinên dewleta Alman ên li ser Kurdan li Heîlbroonê ji hêla Kurdistanî û dostên wan ve hate şermezarkirin.
Bi sedan kes tevlî bûn.