Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Panîk û reva leşkerên artêşa Tirk

 

Leşkerên Tirk ên ku hewl didin ji Girê FM xwe berdin jêrê, bi çalakiya gerîla re dikevin nava panîkê û direvin. Perîşaniya leşkerên Tirk bi kameraya gerîla hate kişandin.

Di dîmenan de ku ji aliyê gerîla ve hatine kişandin, tê dîtin ku li qadên Girê FM û Girê Hekarî dema ku gerîla guleyan direşînin, leşkerên Tirk dikevin nava panîkê û direvin.

Di şerê li Girê Hekarî, Girê Cûdî û Girê FM de yên li rojavayê Ava Zê, artêşa Tirk gelek kuştiyan dide.

Li rojavayê Zê, di çalakiyên gerîla yên dijî artêşa Tirk a dagirker de heta niha 2 helîkopter hatine xistin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Tevî ku nasnameya hin leşkerên ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hatin cezakirin, hatine eşkere kirin jî artêşa Tirk heta niha daxuyanî nedaye.

Gelek caran bi dîmenan eşkere bû ku artêşa Tirk li vê herêmê li pêşberî gerîla têk çûye.

Di dîmenên nû de jî gava ku leşkerên Tirk li qada Girê FM xwe ji ser gir berdidin nava qadê, êrişa hêzên gerîla destpê dike. Leşkerên Tirk ku nikarin bersivê bidin gerîla bi panîkeke mezin ji nû ve ber bi gir ve direvin. Li qada Girê Hekarî ya li heman herêmê jî leşkerên li ser gir, piştî ku gerîla çend fîşekan diteqînin, dikevin nava panîkeke mezin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv