Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: kes nikare me ji şerê ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo vegerîne 16.03.2021

 

ÎDIAYÊN TÊKILDARÎ JIYANA RÊBER APO
PAJK: KES NIKARE ME JI ŞERÊ JI BO AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO VEGERÎNE

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê li ser îdîayên têkildarî jiyana Rêber Apo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê li dijî îradeya azadiya gelê Kurd hat kirin û wiha hat gotin:

Fikrên ji nû ve dîzaynkirina cîhan û herêmê, di serî de Rêbertiya me, partî, kadro, sempatîzanên partiya me, kesên aştiya herêmî û kûrewî dixwazin jî bi armanca qetilkirin û tasfiyekirinê dikin hedef.

Di daxuyaniya PAJK’ê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd di pêvajoya herî krîtîk û metirsîdar re derbas dibe û wiha hat gotin:

Bi êrişan jî diyar dibe, ku ti rojeva hêzên kûrewî nîne Rêber Apo û îradeya gelê Kurd nas bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Çareseriya ew behs dikin jî ji bilî xapandinê ne tiştekî din e.

Îro ev siyaset bi awayekî zelal, pîlankirî û sîstematîk li dijî gelê Kurd tê kirin.

Ev siyaseta wan a qirkirinê li Garê hat pûçkirin.

Di daxuyaniya PAJK’ê de hat destnîşankirin, ku ji bilî têkoşîneke zehmet û hevpar ji bo azadiyê li pêşiya gelê Kurd rêyeke din nemaye û wiha hat gotin:

Şerê îro, şerê her Kurdî ye.

Li dijî nûçeyên têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo divê ti kes têkoşîneke dudilî neke.

Êdî ti siyaseta li Kurdistanê, nikare ser têkoşînê bigire an jî ji nedîtî ve bê.

Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo, êdî ti kes nikare me ji vî şerî vegerîne.

Divê her kes bi vê biryardariyê bijî.

Ji ber ku ev şerê hebûnê ye.

Koordînasyona PAJK’ê bang li gelê Kurd kir, ku bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî xwedî li Rêber Apo derkeve.

Divê hêzên me hemû bi rêbazên afrîner dakevin qadan û xwedî li îradeya xwe ya azad derkevin.

Divê di vî şerê azadiyê de her kes bi rol û berpirsiyariya xwe rabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv